Azadiya Welat piştî 10 salan dîsa dest bi weşanê kir
Duşem 12 Çile 2026 - 15:20

- Hejmara 1’emîn a rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Berê me li Rojê, ji bo siberojê; Dîsa azadiya welat” gihişt ber destê xwînerên xwe.
Rojnameya Xwebûnê ku di 23’yê Kanûna sala 2019’an de dest bi weşanê kir û di rojnamegeriya Kurdî de kedeke mezin da, ragihandibû ku dê bi sala nû re bi navê “Azadiya Welat” weşangeriya xwe bidomîne. Rojnameya Azadiya Welat li cihê ku rojnameya Xwebûnê lê hiştî, rêya xwe berdewam kir. Rojname, di hejmara xwe ya 1’emîn de bi manşeta “Berê me li Rojê ji bo siberojê, Dîsa Azadiya Welat” gihişt ber destê xwînerên xwe.
Rojname, di nivîsa edîtor de dibêje; “…Em wek Azadiya Welat berê xwe didin Rojê û ji bo pêşerojê piştî 10 salan dîsa vedigerin nav jiyana we. Em di wê baweriyê de ne ku bi piştgirî û xwedîderketina xwîner û gelê dê ji her carê bi hêztir û geştir bibe.” Rojnameya Azadiya Welat di hejmara 1emîn de cih da hevpeyvîna bi Hevserokêi MAF-DAD’ê Mahmut Şakar re ku li ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diaxive. Her wiha cih da gotar û lêkolînên nivîskar Mulkiye Bîrtane, Medenî Ferho, Felemez Ulug, Hesen Huseyîn Denîz, Adar Gulan, Adar Jiyan, Kurdistan Lezgiyeva, Tayîp Temel, Saliha Ayata, War Botan, Siyabend Aslan, Lîzşêr Amed, Nesrîn Adar, Zaza Cebelî, Fatma Taşli Tunç, Xelîl Xemgîn, Alî Guler û Serdar Altan.
MA/NAVENDA NÛÇEYAN







