Bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratik ya Şengalê (MXDŞ) xelkê Şengalê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, meşek li dar xist. Meşa ku bi tevahiya pêkhateyên Şengalê hat lidarxistin, ji Mifriqê Zîraa yê navçeya Sînunê heta ba Çerxerêya Mam Zekî ya navenda Sînunê dewam kir. Di meşê de xelkê wêneyên Rêber Ocalan û ala TAJÊ rakir.
Di dawiya meşê de li ser navê pêkhate, sazî û dezgehên Şengalê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin, ew weke xelkê Şengalê fikaran dikin ji ber rewş û tendûristiya Rêber Abdullah Ocalan: “Em weke pêkhateyên Şengalê dibêjin, divê ku demildest parêzerên Rêber Apo pê re hevdîtinê bikin û gel ji Rêber Apo agahdar bibin.”
Ev tecrîdkirina me tevan e
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) Zehrê Şemo bal bire ser pergala tecrîdê ya ku her diçe kûrtir dibe û wiha dewam kir: “Em weke dayikên Şengalê ji bo Rêberê xwe vê meşê li dar dixin, weke gelê Şengalê ku ji pêkhateyên cuda pêk tê, em dibêjin, em ê ti caran tecrîdê qebûl nekin. Ev tecrîd li hemberî me tevan e û em weke jinên Êzîdî Azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin”
JINHA/ŞENGAL