Axa Amedê û bîra Sûrê

Nûçeyên Çand/Huner

În 17 Sibat 2023 - 05:31

  • Bîr ji bo hunermedê gelekî manedar e. Ew hevtayê wê ye, zindî ye weke wê. Û ji nava wê dengên pêşiyan mirov dikare bibihîze. Yanî ji bo wê bîr ew mekan e, yê ku lê dîrok û tecrûbe diherikinê û dibin yek.

REWŞAN DENIZ

 

Pêşangeha hunermenda Kurd a Amedî, Fatoş Îrwen a bi navê "Sûr" îro li paytexta Elmanyayê Berlînê vedibe û heta 15´ê Nîsanê jî wê li Zilberman Gallery a li Berlînê li xelkê vekirîbe. Pêşangeheke wê li Zilberman Gallery a Stenbolê jî sibe vedibe û wê heta 18´ê Nîsanê li xelkê vekirîbe. Tevî ku berhemên Fatoş Îrwenê berê jî vê galeriyê hatibûn nîşandan, ew sala 2021´ê di pêşangeheke komî de hatibûn bicihkirin. Ev pêşangeha wê ya ferdî ya pêşî ye ku li vê galeriyê tê lidarxistin. 

Ji bo pêşangeha xwe Sûrê, Fatoş Îrwenê weke babet welatê xwe Amed neqandiye.  Ev welat, Amed bajarê herî mezin ên pirraniya serjimara wê Kurd e li Bakurê Kurdistanê, ji bo wê ne tenê Amed yan jî Diyarbekir e. Ew têkiliyên navan jî bi hev re datîne bi berhemên xwe. Sûr a Amedê û Sûr a ku roja qiyametê Îsraîl wê pif bikiyê, weke serpêhatî û çîrokên gelek şaristaniyên Mezopotamyayê di zikhev de ne. Ev pêşangeh van maneyan û maneya sûrê ya weke beden û sînor jî li ser yek zemînê hevpar datîne. 

Ji bo ku vê pêşangehê çêke, Fatoş Îrwen çûye nav erdan, mezel û goristanan, baxçeyên bi xêr û bêr, erdên zuwa û çûye çiyayan. Xwe nêzîkî axê kiriye, weke ku bi axê re bibe yek.

 

Hewldana insanîkirina xaka Amedê

Esas, Fatoş bi pêşangeha xwe hewl dide nîşan bide ku xelkê Amedê li ser vê erdê dijî û li vê erdê tê veşartin, tê re derbas dibe û ev erd wî têr dike. Ev hewldana hunermendê ye ku vê erdê bi înstalasyona xwe ya bi navê "Bêndera Zemên" insanî bike, û pê re jî wan hisên elaqedarî wê vejîne: Hisên ku bêhn, dengê çûkan û reng bi mirovan re çêdikin. Di înstalasyona "Bêndera Zemên" de odeyek bi axê mişt e, di wê axê de pembû çandiye. Lê ew pembû ne nebat e, ji porê ye; wê zeviyên mirovan çêkirine. Zeviyên mirovan ên hatine ber çinînê. Înstalasyoneke vîdeoyê ya bi dengan jî li dora zevî digere.   

Bibîranîna Ava Mezin

Di beşa Baxçeyên Hevselê de Fatoş Îrwen hewl dide Baxçeyên Hevselê bi eksa di Ava Mezin yanî Dîcleyê de nîşan bide. Wê hawîrdor bi siya wî xêz kiriye û rengandiye. Ev sî bi hibra di avê û li ser rûpelan belawelabûyî xwe nîşan dide. Eks heta bi perê avê diçin. Ev axa bi xêr û bêr û xweşik, aliyekê şidetê dide hîskirin bi siyê û rengê tarî.

Çilê Çiyayê Çilan

Di pêşangehê de 40 tuwal hene, ew ji axê, porê û nebatan hatine çêkirin. Hunermendê hemû jî ji Baxçeyên Hevselê, Çiyayê Çilan û Goristanan Deriyê Mêrdînê berhev kirine. Hejmara çilê peywendiyê bi Çiyayê Çilan re jî datîne; cihê gelek efsane û destanan e ev mekan. Di wêneyekî de em jinekê dibînin ji bîrekê re dipeyive. Bîr di vê kompozîsyonê de beden û mekan sirên xwe berdidin nava hev. Bîr ji bo hunermedê gelekî manedar e. Ew hevtayê wê ye, zindî ye weke wê. Û ji nava wê dengên pêşiyan mirov dikare bibihîze. Yanî ji bo wê bîr ew mekan e, yê ku lê dîrok û tecrûbe diherikinê û dibin yek.

 

Gotareke li dijî hukmê dewletê

Di tevahiya berhemên Fatoş Îrwenê de serpêhatiya wê ya şexsî jî heye. Bi vê serpêhatiyê ew gotareke dijber a li dijî mêranî, feodalîzm û hukmê dewletê vedihûne. Fatoş Îrwen ji wan kesan e ku bi îfadeyên şahidên veşartî hat girtin. Ew sala 2017´an hat girtin û bêyî ku ti delîl hebe 3 salan di hepsê de ma. Di hepsê de wê gelek berhem çêkirin û wê zehmetiyên hepsê tenê weke sînordarkirin qebûlkirin.

 

Li dijî siyasetên modern ên sînoran 

Zemînê di pêşangeha Sûrê parçeyên siyaseta modern a sînoran a roja me ya îro jî dihewîne. Bi ser de jî ew vê bi perspektîfeke jinan dike: Ew vê tîne û li berçavên me datîne, ew hêza mîtên dîrokî tîne û dide erdê bi xwe. 

 

Vîdeoya dirûna destî

Di pêşangeha li Stenbolê de bi sernavê Şiryan vîdeoyek tê nîşandan. Di vê vîdeoyê de hunermend destê xwe bi ta û derziyê didirû û deforme dike. Esas ew wisa dike ku dewsa tiliyên wê êdî neyê naskirin. Bi vî awayî ew berxwedaneke li dijî siyaseta nasnameyê ya desthilatê nîşan dide: li dijî vê siyasetê ew meydaneke fizîkî ya nediyarbûnê ava dike. Em dikarin bibêjin ku Fatoş her tiştî dike da ku xelk ji xaka wê fêm bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.