Meclîsa xeta rojava ya Minbicê ji ber kêmkirina ava çemê Firatê, dewleta Tirk protesto kir.

Hevseroka meclîsa xeta rojava Riweyde Hinêdel daxuyanî li pêşiya avahiya meclîsê li gel tevlîbûna endamên meclisê xwend. Meclisê, siyaseta bi zanabûn a Erdogan a qutkirina avê ya li dijî gelê Sûriyê şermezar kir.

Wê di daxiuyaniyê de got, "Dewleta Tirk axa Sûriyê dagir dike, sûcên şer li dijî herêmê pêk tîne, demografiya wê digihuere û projeya xwe ya dagirkirinê bi rêya êrişkirina Eyn Îsayê û hedefgirtina sivîlan li Minbic û seranserî sînor didomîne."

Meclîsê diyar kir ku Dewleta Tirk siyaseta tîkirinê û qutkirina avê li ser Sûriyê dimeşîne.

Meclîsê bêdengiya civaka navneteweyî û hikumeta Şamê jî şermezar kir.

Ev bêhtirî mehekê ye ku Dewleta Tirk asta herikîna çemê Firatê kêm kiriye. Li gorî peymanan diviyabû saniyeyê 500 m3 be, lê li şûna wê saniyeyê 200 m3 diherike.

ANHA/MINBIC