• Dewleta Tirk li dijî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriye ava Firatê jî kiriye amûra şer. Ji ber ava çemê Firatê kêm kiriye gelê herêmê bi xetereyan û karesateke mirovî re rû bi rû maye.

MEYSA EKARÎ - ANHA/KOBANÊ

Dewleta Tirk kêmkirina ava çemê Firatê ji destpêka salê ve didomîne. Vê yekê bi awayekî neyînî bandor li jiyana bi milyonan welatiyên Sûriyê û Iraqê kir.

Ji ber kêmkirina ava çemê Firatê û qutkirina ava stasyona Elokê ku ava vexwarinê dide bajarê Hesekê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir zehmetî dikişîne. Li beramberî vê yekê jî civaka navneteweyî bêdeng e.

Peyman jî bin pê dike

Dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê kêm kiriye û li şûna ku di her 1 xulekekê de 500 metrekabik be, di her 1 xulekekê de 200 metrekabik avê berdide. Bi vê yekê peymana di navbera wê, Sûriyê û Iraqê de ya sala 1987’an binpê dike.

‘Dixwaze Rêveberiya Xweser têk bibe’

Li ser meselê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed got dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd li her derê qir bike û tune bike. Nîhad Ehmed îşaret bi rêbazên şerê taybet ên dewleta Tirk kir û wiha peyivî: ‘’Ji ber dewleta Tirk nikaribû projeya neteweya demokratîk têk bibe ku nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, îro dixwaze bi rêya qutkirina avê û berdewamkirina êrişên rojane yên li ser herêmên sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevliheviyê di navbera rêveberiyê û gel de derxe. Bi vê yekê jî dixwaze Rêveberiya Xweser têk bibe.”

Nîhad Ehmed diyar kir ku gelê herêmê siyasetên dewleta Tirk ên li dijî herêmê nas dikin ku dixwaze destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser têk bibe û hilweşîne. Ji ber vê yekê jî gelê herêmê ji planên dewleta Tirk re hişyar e.

Çima bêdeng in?

Nîhad Ehmed bang li rêxistinên mirovî kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê re deynin û got divê civaka navneteweyî erkên xwe yên li hember gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Nîhad Ehmed bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Ji ber qutkirina avê, bandoreke neyînî li ser herêmê çêbûye û êdî gel bi gelek xetereyan û karesateke mirovî re rû bi rû maye. Divê hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî hewl bidin sûcên dewleta Tirk rawestînin.”