• Li Sûdanê herî kêm 84 kes ji ber lehiyê mirine.

Li Sûdanê, ji ber lehiyê li 11 eyaletan, herî kêm 84 kes mirin, bi hezaran xanî jî xera bûn. 

Berdevkê Parastina Sivîl a Neteweyî ya Sûdanê, Abdul Celîl Abdulrahîm bi daxuyaniyekê got, "Ji destpêka serdema baranê û vir ve li 11 eyaletan bi giştî 84 kes mirin, 61 kes jî birîndar bûn."

Hate ragihandin ku ji ber xeniqîne, yan elektrîkê bi wan girtiye yan jî xanî bi ser wan de hilweşiyane, pirraniya van kesan mirine.

Berdevk her wiha diyar kir ku li tevahiya welêt 8 hezar û 400 xanî hilweşiyane û xisar li zêdeyî 27 hezar û 200 xaniyî bûye.

Barana zêde ya li Sûdanê ku ji Hezîranê heta Cotmehê dewam dike, zerareke mezin dide binesaziyê û çandiniyê.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku baran û lehiyê ji meha Tîrmehê ve bandor li 102 hezar kesan kiriye.

Li başûrê welêt avê da ser qederê 50 gundî. Ev jî bû sedem ku 65 hezar kes gundên xwe bi cih bihêlin.

NAVENDA NÛÇEYAN