Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 5 leşkerên Tirk ên dagirker ên din ceza kirin, 2 sîstemên kamera yên mobesse îmha kirin û derb li konteynirekê xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi şerekî fedaî derbên giran li artêşa Tirk a mêtinger dixin. Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de 5 dagirker hatin cezakirin, 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin û derb li konteynirekê hate xistin.
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe kir.
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:
Li Metînayê
30'ê Mijdarê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger ji sê baskan ve bi koordîneyî li dagirkeran xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê avêt ser dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Cesûr, bi çekên ferdî û bombeyên destan 5 dagirker ceza kirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk derb li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Sîpan xistin û 2 sîstemên kamera yên mobesse îmha kirin. Baskê sêyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan xistin.
Dewleta Tirk a mêtinger bi rêya medya xwe ya şerê taybet îdîa kir ku di vê çalakiyê de tenê yek ji wan hatiye kuştin û careke din rastî ji raya giştî veşart.”
Li Xakurkê
30'ê Mijdarê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de derb li konteynirekê hate xistin.
30'ê Mijdarê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.
BEHDÎNAN