• Artêşa Tirk agir bi daristanê xist.

Artêşa Tirk a dagirker û mêhtinger li qada navbera Çiyayê Gabarê û bajarokê Findikê yê Şirnexê agir bi daristanê xist.
Hate ragihandin ku şewata li daristana Çiyayê Gabarê ji ber gulereşandin û bombardûmana ji Qereqola Akdîzgîn a li bejahiya navçeya Basayê hatiye derxistin.
Şewata ku şeva Yekşemê dest pê kir heta roja Duşemê danê nîvro di nav navbera navçeya Basa û bajarokê Findikê de dewam kir.
Mîna şewatên beriya niha li Kurdistanê, di vemirandina vê şewatê de jî rayedarên Tirk tiştek nekirin.

ANF/ŞIRNEX