EZÎZ GIRAVÎ

Şoreş hene di salekê de pêk tê, şoreş hene mixabin bi sedsalan dom dikin. Şoreşa Wîetnam di vê holê de mînakeke pir balkêş e. Pêşî bi dagirkeriya Japonan re şer dikin; piştre Ingilîz, Frensî û dawiyê jî bi emperyalîzma Emerikayê re şer kirin. Ji gel û hevalbendan bi milyonan mirov hatin kuştin. Gelek kesan terka warê xwe kirin û dîsa bi milyonan mirov qop û kulek man. Lê li hemberiya dagirkeran şoreş bêsekin berdewam dike heta rizgarkirina ax û jiyanê . Dewletên dagirker li ber vî gelê di bin peşengtiya Ho Chi Min de nikarîbûn xwe bigirtina. Gotinek heye, dibêje ‘’xwediyên serkeftinê, gelên berxwedêr in’’.  Belkî  jî di dîrokê de, gotina herî xweş ku rewşa gelê Wîetnamê nîşan dike, ev e.

Hinek şoreş hene ewqasî direj nabin. Di demeke kin de tekoşîn digihijêje armanca xwe. Mînak ji van şoreşan jî, şoreşa Kubayê ye. Bi rêbertiya Fîdel û Che li hemberiya diktatorê Batîsta tekoşînek bicoş meşandin û dawiyê gihîştin armanca xwe. Tekoşîn bi ser ket. Çend salekî dom kir, ji destpekê heta şoreşê, tenê 7 sal! Û pir şoreş belkî têk çûn lê hînayê şoreşa Kubayê -tevî  kêmayiyên xwe- li ser nigan e û hêviyê dide tekoşînên gelên bindest.

Ev rojên dawiyê li ber çavan e ku li dijî gelê Kubayê  hêzên emperyalîst, plansaziyeke têkbirinê bi rê ve dibin. Li hemberî hemû êrîşên kapitalîstan, heta nuha,  gelê Kubayê her tim li şoreşa xwe bi xwedî derketiye. Ji bo parastina rûmeta xwe gelek zehmetî kişandin, lê tucarî vêya ji xwe re nekirin mahne. Û ji bo wê ye ku heta niha şoreşa Kubayê li ser nigan maye.  Baweriya me ew e ku, ew komplo û erîş wê careke din bi destên Kubayiyan bê perçiqandin.

Orta van her du şoreşan de

Şoreşa gelê Kurdî bi peşengtiya Tevgêra Azadiyê li gorî Şoresa Wîetnamê pir nû ye. Li gorî 7 salên şoreşa Kubayê jî dirêj e. Orta van her du şoreşan de jî, ji xwe re riyek vekiriye, dimeşe, diherike. Helbet niha dem ne weke 70 , yan jî  50 sal berê ye. Wê demê, dinya dualî bû.  Aliyê Sowyetê her çiqas, li gorî azadiya civaka mirov demek derbas dibe û kûrbûn disekine û demeke din jî wek dewleten kapîtalîst dikevin xewnên emperyalîstan jî, lê dîsa hinek meselan de  piştgiriyê didin hin gelên ku şer dikin mîna yên Kuba û Wîetnamê. Ev pir girîng bû lewma di wê demê de emperyalistên kapîtalîst her tiştên ku dixwestin bikin, nikaribûn bi rehetî bikirina. Demek wilo bû, dengeyek çêdikir. Lê ne di demek dirêj de û ne jî îro ev denge nemaye êdî.

Şert û mercên ku Kurdistan tê de bû, li tu şert û mercên tahlîlên ekonomîk û polîtîk ên klasîk nedihat. Di vî warî de pirsgirêk,  ji ciyê erdnigariya Kurdistanê bû. Di Rojhilata Navîn de, li aliyekî dewletên Ereb û Faris yên olperest, li aliyê din,  dewleta Tirk a nijadperest. Herçiqas  dostaniya van dewletan bi hev re tunebûya jî, dema ku mesele dibû parçekirina Kurdistanê, bi her hawî li hev dikirin.

Mînak, sala 1930‘an, peymaneke hevkariyê hate destnîşankirin di navbera dewleta Tirk û dewletên cîran de; Peymana Sadabahtê. Ev peyman bi temamî li dijî hişyarbûna gelê Kurdistanê hatibû pê. Bi mebesta ku gelê Kurd tu mafê xwe bi dest nexe. Lê gelê Kurd ev peyman jî, hovitiyên din jî bi riya Tevgêra Azadiyê şikand. Ewilî damezerina di tevgerê de, armanc yekitiyek rêxistinî bû. Piştre, xeta îxanetê hat armanckirin.

Tirsdayîna dewleta Tirk bi vê şiklî karibû ji hole rabûya û gelê Kurd jî bi vî hawî dikaribû baweriya  xwe ji nû ve ava bikira.

Ev jî hêvî bû. Ev hêvî piştre bi şerê çekdarî re derket asta herî bilind. Û ji wê rojê heta niha, bi kedek bêhempa, xwe roj bi roj, sal bi sal pêş xist. Ji niha de, di dîroka şoreşên  gelan de şoreşa gelê Kurd ciyekî qedirbilind girtiye . Belkî hîna negihaştiye armanca xwe ya dawîn lê li her alî, di navbera gelê Kurd û yên Rojhilata Navîn de bi qasî deh şoreşan tişt ava kiriye. Tenê di qada Şoreşa Rojava, di şoreşa jinan û pirsgirêkên teoriya tekoşîna gelan de, teoriyeke berbiçav bi pêş xistiye. Ev jî bi serê xwe serkeftineke mezin e.

Ber bi azadiyê ve dimeşe

Tekoşîna şoreşa me, niha ber bi pêncîsaliya xwe ve diçe. Berhem û eniyên ev tekoşîn derxistine holê, bi vana em bibînin, wek hevalê Kemal Pîr li ber dagirkerên faşîstan de gotibû: ‘‘Ez di vê tekoşînê de serkeftinê dibînim.“ Ev gotin tahlîleke çiqas kûr û dîtina rojên peş e, îro ev pir zelal tê fêm kirin. Ji bo vê ye tekoşîna me ber bi dawiyê ve dimeşe. Bi windayiyên mezin, bi xwîn û kedê dimeşe. Çar aliyê Kurdistan û Rojhilata Navîn û di hemû dinyê de bi tevlibûna mirovatiyên rewşenbîr ber bi azadiyê ve dimeşe. Li gorî wê çawa, destpêkê coşek mezin hebû bi pêşengê tekoşin îro jî ew coş, bawerî û ked bê navber bi xebateke bêsînor, îradeyek bê nakokî xwe tîne dawiyê. Dijminên her roj xwinê dirjînin, le ev Ênîya Azadiyê jî dijî wan li ber xwe dide û bersîveke xurt dide. Ev di hemû eniyên berxwedanê de, hemû aliyên Kurd dijîn xwe baş nîşan dide. Serkeftin û dîrok bi hevdû re ji nû de tên avakirin. Mirin jî hebê, komkujiyên hişk jî hebin, dîsa ji bo vî gelî mirin ne têkçûn e.

Pewistiya vê tekoşinê, ji piçûkan, heta pîrên me, ji gundiyan, heta, xwendekaran, jinan, kedkaran, dayikan, xebetkaran, heta her kurdên bi rûmet bi vê dilanê de wek şoreşa me bi coş bê giradayin. Bi vê saet saet jiyankirin e. Girêdayîn jî helbet, xebat e, rêxistinbûn e û ji şaşiyen xwe xelasbûn e.

Ji çar aliyên Welatên me heta Ewrûpa, heta Asyaya Navîn, heta metropolên Tirkiyê, bi yek armancê hereket bikin, rojana xwe ava bikin, xeta civaka polîtîk û ahlakî de xwede  kûr bikin, ev yek ewê me bigihîne welatek û jiyanek azad. Dîroka pêncî salî vêya bi me pir baş dide xuyakirin. Emê, wek şoreşgerê mezin gotinê heval Kemal Pîr, bi ser bikevin. Dîrok, jiyan, xweza û mirovatî şahidê me ne, ku emê bi vê bawerî û şiklê bigehîjin xewnên sedsalan.