Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ya li Dihokê Mela Sedîq diyarkir ku armanca dagirkeriya dewleta dewleta Tirk a dagirker ne PKK ye û got; “Armanca sereke ya dewleta Tirk, dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Bang li desthilata Herêma Kurdistanê dikim, eger hûn nikarin rê li ber dagirkeriyê bigrin, wê demê rêya xelkê jî ya li ber rabûna dagirkeriyê negirin.
Ji bo vê pêwîste hêz û aliyên siyasî li ser vê mijarê yekdeng bin. Em di hemû qonaxên pêşmergetiyê de tevlî xebata çiyabûn û tenê me bi armanca rizgarkirina gelê Kurd kar kir, ne ku berjewendiyên hizbî û şexsî. Em niha jî bi heman germahiyê dikarin pêşkêşiya rêbaza Kurdayetiyê bikin. Em dikarin bi heman ruhî hemberî siyaseta dagirkerî ya dewleta Tirk rawestîn.”
Mela Sedîq da zanîn ku ger gerîla nebûna, wê dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hêcetek din dîtiba. Sedîq ji bo vê jî got, nabe desthilatdariya Herêma Kurdistanê, xetayê bixe stûyê PKK’ê.
Herî dawî Mela Sedîq bang li desthilatdariya herêmê kir û got; “Eger hûn nekarin li ber Tirkiyeyê rawestîn, wê demê li ser heman mijarê astengiyê ji xelkê re jî çênekin. Ji ber ku di vê mijarê de Bexda û Hewlêr xwedî helwesteke lewaz in.”
ROJNEWS/DUHOK