Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku komek gerîlayên ji bo berxwedanê çûne Metînayê, aqûbeta wan nayê zanîn û got, “Em li benda bersiva PDK’ê ne.” HPG´ê jî bi daxuyaniyekê da zanîn ku PDK´ê êrişî 7 gerîlayên kurdistanê kiriye û aqûbeta wan heta niha ne diyar e.
Zubeyîr Aydar di ‘Konferansa Neteweyî ya Li Dijî Dagirkeriyê’ ya li Hollandayê de axivî. Wî got, dewleta Tirk li Kurdistanê sûc dike û “PDK jî xizmeta vê polîtîkayê dike.”
Aydar nameya gerîlayên li tunelên şer ên Girê Zendûrayê xwend û got, “6 gerîlayên li wir di roja 39’an de nameyek şandin. Piştî ku ev name nivîsandin, bi 11 rojan gerîla li wir şehîd bûn. Gelo ev hevalên me kîngê şehîd bûn? Dema ku dewleta Tirk nikarîbû gavekê biavêje û PDK’ê hêza xwe li wir bi cih kir. Dema ku hêza alîkar neçû ba wan, hevalên me şehîd bûn.
Di nameya gerîlayan de hatibû nivîsîn: “Tê zanîn dewleta Tirk li Avaşîn, Metîna û Zapê êrişên dagirker dabû destpêkirin. Em gerîlayên li herêma Zendûrayê jî di vê berxwedanê de cih digirin. Ev êriş 39 roj in didome. Daxwaza me ji gelê me ev e ku piştgiriyê bidin têkoşîna gerîlayan.”
Aydar bi bîr xist ku gava 3 gerîla diçûn wezîfeya xwe, hêzên PDK’ê êrişî wan kiriye û got, “Gelo sax in yan jî şehîd bûne, em nizanin. Em li bendê ne, bila PDK bersivê bide. Em li aqûbeta 3 şervanên Kurd dipirsin. Em û raya giştî ya gelê Kurd vî tiştî dipirsin.”
HPG: PDK’ê êrişî 7 gerîlayê me kir
HPG’ê diyar kir ku PDK’ê êrişî 7 gerîlayên wan kiriye û got, “Dewleta Tirk dema êrişî gelê me û hêzên me dike, PDK’ê jî dibe hevkarê van êrişên mêtinger û faşîst.”
Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê wisa ye:
“Komeke me ya ji 7 gerîlayan pêk dihat, li herêma Xelîfanê dema xwestin ji çemê Zapê derbas bibin, ev gerîlayên me hatine şehîdkirin.
Hêzên PDK’ê bi awayekî nemerdane hêzên me xistine kemînê û tiştekî ji vê xerabtir tineye ku hêzên me wisa şehîd bûne. Ti eleqeya vê bi Kurdbûnê re tine. Ev êriş xisareke mezin dide doza azadiyê ya gelê Kurdistanê. Diyar e ku rêveberiya PDK’ê hêzên xwe nêzî cihên hêzên me çêdikir û dixwest em li wan bidin. Di vê pêvajoya hesas de, em li berjewendiya gelê xwe difikirin û dema ku me li wan neda, vê carê bi awayekî xayînî hêzên me dixin kemînê û dixwazin pêvajoyeke şer a yekalî bidin destpêkirin.
Divê gelê Kurdistanê vê tiştê ji Barzanî û rêveberiya PDK’ê bipirse: Heke di navbera Kurdan de şerek çêbibe û xwîna ciwanên Kurd were rijandin, wê çi bikeve destê we? Çima hûn bi israr şerê di navbera Kurdan de ferz dikin?
Dema ku PDK dibe hevkarê êrişên dewleta Tirk, em vê ji edalet, wijdan û biryara gelê xwe û raya giştî re dihêlin.”
AMSTERDAM/BEHDÎNAN