Apoyîyekî heqîqî bû

Pêncşem 30 Adar 2023 - 01:17

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) fermandar Fazil Botan (Ahmet Şeker) bi rêzdarî bi bîr anî û got “Bi helwest, tevger û jiyana xwe xîtabî dilê mirovan dikir. Ew Apoyîyekî heqîqî bû.”

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) de wiha tê gotin;

"Hevrêyê me Fazil (Ahmet Şeker) ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û şerê parastina rewa de xwedî ked û roleke mezin e, şehîd bû. Di serî de ji malbata hêja ya hevrê Fazil em ji gelê me yê Botanê, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re û ji hemû hevalên me yên li her qadê têdikoşin re, sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê heval Fazil de, hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hevrê Fazil nirxên welatparêziya qedîm a gelê Botanê, cewhera wê ya civakî ya ku xera nebûye û di şexsê egîdiya gel de, bi îdeoloiya Apoyî re kire yek û bû qehremanê gel. Hevrê Fazil ku ji şervantiyê dest pê kir û di pratîka şer de gav bi gav mezin bû, hemû tecrubeyên xwe bi xwe ceriband û tecrubeyên xwe ji gelek hevrêyên xwe yên ku li kêleka wî şehîd bûne wergirt û bû fermandarekî ARGK’ê yê ku bi karakter û kesayetiya xwe ya çalakvan dihat nasîn. Pêşengiya bi sedan hevrêyên xwe kir û bû fermandarekî efsanewî yê Botanê. Wî ruhê fedayî yê Apoyî veguherand şêwazê êrişa giran, gelek derb li dijmin xistin, rakirina çekên ji ser dijmin ji xwe re kir rêgez. Wekî Fermandar Egîd bû fermandarê me yê ku bi cesareteke mezin çû ser dijmin û bi ruhê tolhildanê derbên giran li dijmin xistin.

 

Wekî derwêşan bû

Ew bi têkoşîna bi felsefeyeya ‘pariyek, xirqeyek’ a ku hevrê Hakî Karer li tevgera Apoyî zêde kir, li çiyayên Kurdistanê kûr jiya û ew xiste pratîkê. Di her kêlîka jiyanê de bala wî li ser siberojê bû, wî hesabê têkoşîneke demdirêj dikir û wekî derwêşan bû. Bi kesayetiya xwe ya nefsbiçûk û bi karakterê xwe yê hevpar bû fermandarekî ku xwe ji pêdiviyên hevrêyên xwe berpirsyar didît, bi her tiştê şervanên di bin fermana xwe de elaqedar dibû, dema ji hevrêyên xwe re xizmet dikir wî moral distend. Bi helwêst, tevger û jiyana xwe xîtabî dilê mirovan dikir. Ew Apoyîyekî heqîqî bû.

 

Li Zapê û Qendîlê artêş têk birin

Hevrê Fazil yek ji fermandarên efsanewî yê ARGK’ê bû. Pêşengî ji gerîlatiya demê ya nû ya HPG’ê re jî kiriye. Li ser esasê bipêşxistina pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an çû Heftanînê û berê xwe da Botanê. Pêşengî kir û berpirsyarî girte ser xwe. Piştre sala 2005’an çû herêma Colemêrgê û pêngav gihand pêvajoyeke nû. Hevalê Fazil hîna di sala 2007’an de girîngî dida xebatên şerê tunelan û keda wî bi xwe jî di nava van amadekariyan de hebû. Ew bû fermandar û mîmarê têkçûna artêşa Tirk a di sala 2008’an a li Zapê de. Li Şikefta Birîndara li dijî êrişên dijmin bi biryardariyeke mezin sekinî û ne tenê êrişên dagirkeriyê pûç kirin, derbeke dîrokî li artêşa Tirk da. Li qadên herî zehmet qet bê çare nedima û dizanîbû ku hêviyê biafirîne. Hevrê Fazil sala 2011’an êrişa hêzên Îranê ya li ser Qendîlê, bi sîstema parastinê pûç kir.

 

Ew fermandarekî Kurdistanê ye

Hevrê Fazil fermandarekî Kurdistanê ye. Dema ku çeteyên faşîst li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên qirkirinê pêk dianîn, ji bo ku berxwedana gelê me mezin bike, di nava vê têkoşînê de cihê xwe bigire û tecrûbeya xwe ya bi dehan salan bixe xizmeta gelê me, kete nava tevgerê. Bû fermandarekî ku encamê bigire û bi ser bikeve. Wî bi hezaran şervan perwerde kirin. Êrişên li dijî gelê me, bersivandin. Ji Botanê heta Zagrosan, ji Qendîlê heta Heftenînê, li her çar parçeyên Kurdistanê di asta bilind de berpirsyarî girtiye ser xwe. Gelek şer koordîne kirine, bi sedan şervan û fermandar perwerde kirine. Hevrêyê me Fazil bi vî rengî kariye bibe Fermandarekî Kurdistanê. Ji jiyana xwe ya 54 salan, 34 sal bi têkoşînê derbas kirin. Di nav gel û hevrêyên me de, şopên kûr ên nayên jibîrkirin, hiştin. Weke hevrêyên Fazil ku mil bi mil li cem wî şer kirine, em soz didin ku em ê her tim şopdarê hevrê Fazil bin, şêwazê wî yê fermandariyê ji xwe re mînak bigirin û em ê gerîlatiya serketinê bikin heqîqetek û teqez armancên wî bi ser bixin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.