Ambargoya PDK’ê zivistanê reş dike

Pêncşem 1 Kanûn 2022 - 02:47

PDK, dewleta dagirker a Tirk û hikûmeta Iraqê ji despêka Havîna 2022’yan ve ambargoya benzin, mazot û gazê li ser Şengalê ferz kirine. Civaka Êzîdî nikare pêwîstiyên xwe yên jiyanê peyda bike û zivistaneke zehmet derbas dike. Malbat, bi taybetî zarok di bin şertên dijwar, serma û seqema zivistanê de mexdûr dibin.

Dewletên dagirker û hevkarê wan PDK, dixwazin zivistana dûrûdirêj ji gelê Şengalê re bikin zindan da ku bi vê yekê xelkê Şengalê dev ji war û erdê xwe berde, koçber bibe. Li gel hewldanên dijmin ên koçberkirinê hemûyan jî civaka Êzîdî terka axa xwe nake.

Seîd Şengalî jî ji van Êzîdiyan e. Ev zor û zehmetiyên zivistanê bi ser wî de jî hatine. Seîd Şengalî û malbata wî li kampa Şehîd Nazê ya Çiyayê Serdeşt a Şengalê dijîn.

 

Zivistan dijwar e ew neçar mane

Seîd Şengalî mexdûriyeta xwe wiha tîne ziman û dibêje, “Ev bû 8 sal, em di kampa Şehîd Nazê de di konan de diman. Zivistan hat ne yek alîkariya me dike ne jî gazê tînin Şengalê. Em gelek zehmetiyê dikşînin.”

Seîd Şengalî dibêje, berpirsên vê yekê hikûmeta Iraqê û PDK ne. 

ROJNEWS/ŞENGAL

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.