• Hevseroka Giştî ya HDP'ê Perwîn Buldan bi bîr xist ku parêzerên Ocalan dane zanîn ku wî hevdîtina bi heyeta CPT´yê red kiriye, û xwest dewleta Tirk elaqedarî rewşa li Îmraliyê tavilê daxuyaniyê bide.  

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, “Agahiyên li ser hevnedîtina Birêz Ocalan û heyeta CPT´yê, fikarên me zêdetir kirine. Em li bendê ne ku rayedar tavilê daxuyaniyê bidin. Divê CPT agahiyên li ber destê xwe bi lez eşkere bike.” Li aliyê din  Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û hin parlementerên HDP’ê jî ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan miracaetî Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk kir. Siyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş ê di hepsê de jî miracaetî wezareta edaletê ya dewleta Tirk kir da ku bi rêya SEGBÎS´ê hevdîtinê karibe bi Rêber Abdullah Ocalan re bike.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di civîna Koma Meclîsê ya Partiya xwe de axivî. Bûldan bal bire ser êrişên AKP-MHP’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, “Beirya bi çend hefteyan, li Taksîmê li dijî sivîlan êrişeke bombeyî hate kirin. Pirsên têkildarî vê teqînê hêj jî hene. Li holê gelek aliyên ku hev nagirin hene. Desthilatdariyek li pêşberî me ye ku daye pey serketinan."

Bi domdarî Bûldan têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan axivî û got, "Divê tevahiya vî welatî bibe şahidê vê tecrîda derhiqûqî û ne bi edalet a li ser birêz Ocalan. Em li her deverê û timî dibêjin, ji 3’yê Adara sala 2020’an heta niha ji birêz Ocalan û girtiyên din agahî nayê wergirtin. Tevî vê yekê jî tecrîda heyî roj bi roj girantir dikin û guh nadin van bangawaziyan. Herî dawî 25'ê Adara 2021'ê bi telefonê axaftin pê re hate kirin, lê belê telefon qut bû. Ji wê rojê ve ti agahî jê nayê wergirtin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê doh (pêr) ragihand ku CPT çûye Îmraliyê, lê belê birêz Ocalan nexwestiye bi wan re hevdîtinê bike û pê re hevdîtin nekirine. Ev agahî ji bo me hemûyan bû sedema tirs û fikareke mezin. Divê sedema vê rewşê di zûtirin demê de bê eşkerekirin. Divê rayedar tavilê têkildarî mijarê daxuyaniyê bidin. Muxatebên me Wezareta Edaletê û dewlet in. Weke hevserokan, me beriya bi demekê ji bo çûyîna Îmraliyê miracaetî Wezareta Dadê kir. Ew miracaeta me hêj li ser maseyê ye. Heta niha jî erênî yan jî neerênî, ti bersiv nedane. Ne heq û ne jî hedê ti kesî heye ku bi xemsarî nêzî vê mijarê bibe. Divê desthilatdarî û wezîrê dadê tavilê di vê mijarê de daxuyaniyê bide.

Divê CPT agahiyên li ber destê xwe tavilê bi raya giştî re parve bike û nebe şirîkê van sepanên derhiqûqî yên desthilatdariyê. Ez li vir bang li CPT’yê dikim; weke HDP’ê heta ku ev mijar zelal dibe û heta ku miracaetên parêzeran tên qebûlkirin, em ê hewldanên xwe bidomînin."

 

Ew jî dixwazin biçin Îmraliyê

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr û Erdal Aydemîr ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, miracaetî Wezareta Edaletê ya Tirk kirin. Di daxwaznameya mircaetê de hat xwestin ku destûra wan bê dayîn, ew biçin serdana Abdullah Ocalan. 

 

Demirtaş jî miracaet kir

Siyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş ji bo bi rêya SEGBÎS’ê hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan bike, miracaetî Wezareta Edaletê ya Tirk kir.

Hevserokê berê yê HDP´ê Selahattîn Demîrtaş di Girtîgeha Edîrneyê de ragirtiye. Ji bo ku bi rêya SEGBÎS’ê hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re wî miracaetî wezareta dadê ya Tirk kir. Demîrtaş di miracaeta xwe de xwest hevdîtinên bi parêzer û malbatê re yên Ocalan jî bên misogerkirin. 

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, parlamenterê Rihayê Omer Ocalan jî di 20’ê Cotmehê de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re miracaetî Wezareta Edaletê kiribûn. Wezaretê hêj tui bersiv nedaye vê daxwazê.

NAVENDA NÛÇEYAN