Dewleta Tirk a qirker û înkarker di qada siyasî de naxwaze kes bileve. Ji bo vê jî her roj êriş dike. Çeteyên dewleta Tirk ên bi navê polês li 12 bajaran êriş kirin û 93 kes xistin nezaretxaneyê. Di nava kesên birine nezaretxaneyê de endamên Grûp Yorûmê Metîn Kalelî û Yaşar Çoşkûn û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Gel Seda Şaraldi jî hene. 
Buroya Hiqûqê ya Gel, derbare mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber der barê dosyayê de biryara nepeniyê hatiye dayîn der barê muwekîlên xwe de nehatine agahdarkirin û biryar hatiye dayîn ku em ê nikaribin heta 24 saetan muwekîlên xwe nebînin. 
Herweha polîsên dewleta Tirk li 27 kesan jî digerin da ku bixin nezaretxaneyê.

MA/STENBOL