Dewleta Tirk û çeteyên wan 900 darên din li Efrînê birrîn. Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bi qasî 900 darên din ên zeytûnan birrîn.
Dewleta Tirk sûcên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê didomîne. Çeteyên Koma El-Hemzat bi qasî 900 darên zeytûnan li navçeya Mabata ya kantona Efrînê birrîn.
Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên El-Hemzat bi qasî 300 darên Mihemed Şêx Hemûd û 600 darên Ehmed Kêfo birrîne.
Li gorî raporên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, dewleta Tirk û çeteyên wê bi deh hezaran dar ji destpêka dagirkirina kantonê ve birrîne.
EFRÎN