Komkujiya Roboskî tenê beşek ji komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan e. Di ser komkujiyê re 9 sal bihurîn, lê berpirs hîna nehatine dadgehkirin û cezakirin. Dagirkeriya dewleta Tirk xwe li navê Roboskî yan jî Rûbozikê ranegirt, bi zorê navê wê kir Ortasu. Navê Bêcûhê ku 2 kçîlometreyan jê wêdetir e jî bi zorê kirin Gulyazî. 28'ê Kanûna 2011'an 34 Kurd bi balafirên şer ên Tirk ên F-16'an hatin qetilkirin.
Gundiyên ku beriya niha jî bi sedan caran li gel hespên xwe bazirganî dikirin wê şevê jî dîsa bi xilbeyî ji bo ku mazot, şekir û çixareyan hilgirin bi rê ketibûn. Gundiyan bi malzemeyên ku li hespên xwe dikirin, pere bi dest dixistin. Serê hespekî 50-70 lîre dikete destê wan. Ew ne bazirgan bûn, ew tenê barhilgir bûn.
28'ê Kanûna 2011'an pirrnaiya wan zarok 35 kes ji Bêcûhê û Roboskî bi hespên xwe bi rê ketin. Dema ku gihiştin cihê leşkerî yê li ser sînor, leşkerên ku xerac ji gundiyan distandin û dihiştin ku biçin, vê carê gotin, ''Dibe ku ev cara we ya dawî be ku hûn ê biçin.''
Dema ku gundî gihiştin ser sînor û vegeriyan balafirên şer ên artêşa Tirk F-16 saet di navbeyna 21.37 û 22.24'an de gelek caran bombe avêtin. Ji 35 kessan tenê Servet Encû sax filîtî. 34 kesên din tevî hespên xwe bi bombeyên bi giraniya bi tonan, hatin qetilkirin.
Hewl dan komkujiyê rewa bikin
Piştî komkujiyê ji bo ku cenaze li cihê ku malbatan dixwest neyên veşartin, qeymeqamî û berpirsên tabûra leşkerî yên li gund tişta ku ji dest wan hat texsîr nekirin. Lê bi berxwedana parlamenterên DBP'ê û gundiyan rayedarên dewleta Tirk neçar man ku bi paş ve gavê bavêjin.
Daxuyaniyên dewleta Tirk ên elaqedarî komkjiyê ji hêla Roboskiyan ve weke dewama komkujiyê hatin nirxandin. Ji ber ku bi hewldana meşrûkirina komkujiyê bûn ev daxuyanî. Serokwezîrê Tirk ê wê demê Tayyîp Erdogan ji kuştiyan re pêşî got, ''PKK'yî, piştre got, ''eşqiya'' û herî dawî got, ''qeçaxçî'', her daxuyaniya wî bi wê mebestê bû ku kirasekî meşrû li komkjiyê bike.
Skandala hiqûqî ya parêzeran
Tevî ku 9 sal di ser komkujiyê re bihurîn jî nêzîkatiya dewleta Tirk a li komkujiyê neguherî. Pêvajoya hiqûqî ya ku berpirs werin dadgehkirin jî bi dawî nebû.
Piştî komkujiyê malbatan ji bo ku berpirs werin darizandin û ceza bixwin pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Wan miracaetî rêyên hiqûqa Tirk da. Lê ji yekê ji van jî encameke baş dernket. Dawiyê ji ber ku parêzeran belgeyên xwe kêm şandibûn Dadgeha Bilind a Tirk miracaet red kir. Malbatên Roboskî li dijî vê biryarê bi hêrs rabûn. Malbat hem ji ber redad ji ber kêmbûna belgeyekê û hem jî ji ber xemsariya parêzeran bihêrs bûn. Ji ber vê şaşî û xemsariya parêzeran doz paşê wê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî bihata redkirin.
Hem hesabê komkujiyê li zemîna hiqûqî nehate pirsîn, hem jî her ku çû zexta li ser malbatan hate zêdekirin. Roboskiyên ku bi axaftinên xwe dixwestin hesab ji berpirsên komkujiyê were pirsîn, lêpirsîn li wan hate vekirin, hatin destgîrkirin, girtin û ceza li wan hat birrîn. Ên ku çûne ser gora zarokên xwe jî hatin dadgehkirin.
Di ser komkujiya Roboskî re 9 sal bihurîn. Berpirsên komkujiyê dernexistin holê, ew nehatin dadgehkirin û cezakirin. Lê malbatên Roboskî ti caran dev ji têkoşîna lêgerîna dadê negeriyan.
NAVENDA NÛÇEYAN