• Li Başûrê Kurdistanê ji ber êrîşên dewleta Tirk ji sala 2015’an û vir ve 85 sivîl şehîd bûne, 95 birîndar bûne.

Tîma CPT Kurdistan gotinên Sefîrê Tirk ê li Hewlêrê pûç kir û da zanîn ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ji sala 2015’an û vir ve 85 sivîl şehîd bûne, 95 birîndar bûne.
”Christian Peacemaker Teams- CPT (Tîma Çêkerên Aştiyê ya Xiristiyan) a Kurdistanê” bi daxuyaniyekê bersiv da Sefîrê Tirk ê li Hewlêrê Hakan Karaca, ku îdîa kiribû di êrişên wan de sivîl nabin hedef. Tîma CPT Kurdistan ragihand ku di êrişên dewleta Tirk de ji 15’ê Hezîrana 2020’an û vir ve 15 sivîl hatine kuştin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Tîma CPT a Kurdistan ve hate dayîn ji aliyê Kamûran Mele Osman ve hate xwendin.
Osman anî ziman ku di operasyona 15’ê Hezîrana 2020’ê ya di bin navê ‘Pence-Kaplan/Lep-Piling’ li Başûrê Kurdistanê tê kirin heta niha 7 sivîl jiyana xwe ji dest dane. Osman diyar kir ku ji ber operasyon û bomberdûmana balafirên şer û artêşa Tirk jî bax û baxçeyên gundiyên herêmê şewitîne û ziyanekî mezin gihiştiyê.
Osman di daxuyaniya xwe de bûyerên kuştinê yek bi yek diyar kir û da zanîn ku ji ber êrişên dewleta Tirk gelek gund vala bûne û xwest hikûmeta Tirkiyê rêz li jiyana welatiyên sivîl bigire û dawî li operasyonên xwe yên leşkerî bîne.”
Tîma CPT a Kurdisan ji sala 2007’an ve saziyekî navneteweyî ye ku kar li ser mafê mirovan dixebite. 

ANF/SILÊMANÎ