• “Dema me destpêkê gerîla dît, em ecêbmayî man. Fermandar Egîd, di nava hevalan de bû me ew nas nedikir, piştî çûn, ji me re gotin, ew fermandar Egîd bû. PKK’ê bîra avê bi derziyê kolaye, wê teqez bi ser keve.” 

IDRÎS KARA
MEXMÛR

 

Ji bo gelê Kurd 15’ê Tebax roja vejînê ye, ji roja li dijî dagirkeran fîşeka destpêkê teqiyayî heta niha, Kurd ji bo azadiya xwe li ser piyan in. Fermandar Mahsum Korkmaz (Egîd) ê ku cara yekem dijî dewleta Tirk, gule teqandî, îro ji bo gelê Kurd bûye rê û rêbaz. Welatiyên Herêma Botanê yên wê demê fermandar Egîd dîtin, ji rojnameya me re axivîn.

Eyşe Arzu ku hevjînê wê Mehmud Arzu sala 1997’an li bajarê Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye windakirin, qala wan kêliyan dike, gava ku fermandar Egîd dîtiye. 

Eyşê behsa yekem car dîtina koma gerîla dike û dibêje, "Komên piçûk bûn, dema dihatin, destpêkê xwe nîşanî me nedidan. Gerîla man di nava dehlan de, zilamanên gund xwarin ji wan re dibirin. Lê xwe nîşanî me nedidan." 

Em ê Kurdistanê rizgar bikin

Eyşê dibêje, wê demê jî çavê dijmin li ser wan bû, dijmin li pey gerîlayên PKK’ê bû û wiha dipeyive; “Wê demê ´bekçî´ hebûn, li serê gund dewletê du ´bekçî´ danîbûn. Bi rêya wan bekçiyan agahî kom dikirin. Gerîla bi şev dihat gund, me xwarin dida wan. Nêzîkatiyeke wan a baş hebû, behsa doza xwe dikirin. Piştre gotin, em Apocî ne, em ê Kurdistanê rizgar bikin, heta kalên me digotin wan, ev xeyal in dewleta Tirk xurt e, hûn bi wan nikarin.”

Jin û sîleh?

Eyşê di dewamê de dibêje, piştî ku wan gerîla nas kir, ji gund hêdî hêdî xort tevlî nav wan bûne û wiha pêde çû; “Zarokên me tevlî wan bûn, ji ber têkiliya me ya bi gerîla re, dewlet êdî bi ser me de hat. Esker ketin gund de.” 

Eyşê dide zanîn ku dema wan cara destpêkê gerîlayên jin dîtin, wan bawer nedikir û ew pirr ecêbmayî mane, û ji xwe pirsîne, çawa jin xwedî çek û rext bin. 

Fermandar Egîd hat

Eyşê behsa dîtina fermandarê nemir Egîd jî dike, “Komek gerîla hatin gel me, gundiyan digot, zilamek gelek xweşik hatiye û fermandarê hevalan e. Behsa mêrxasiya wî dikirin, bê guman me nedizanî ew heval Egîd e. Piştî ku çûn, nû ji me re gotin, ew fermandar Egîd e. Hatina gerîla ji bo gundê me dom kir, careke din gotin me, heval wê werin xwarinê çêkin. Em jî çûn nav baxçeyê xwe, weke ku em biçin seyranê me xwarin li wir çêdikir. Ji ber ku me nediwêriya bi eşkere em xwarinê çêkin, me amade kir, nîvro, 15 gerîla hatin. Me ti carî komeke wisan mezin nedîtibû, fermandarê wan jî heval Egîd bû. Xwarina xwe xwarin û bi carekê ji wir çûn.

Dema çûn, hinek gundiyan giliyê wan kir, piştî wê eskerên Tirk hatin û ji bo derketinê 24 saet dem dan me. Em neçar man birevin, me gund berda. Di wê serdemê de heybeta gerîla gelek zêde bû, her kesê dixwest gerîla bibîne. Jixwe dema heval Egîd şehîd bûyî, dijmin propagandayek mezin meşand.” 

Eyşê herî dawî bang li çeteyan dike da ku dev ji çetetiya dewleta Tirk berdin; “PKK bîra avê bi derziyê kolaye, ji 3 kesan îro bûye milyonan kes. Hêviya min heya dawî heye ev têkoşîn wê bi ser keve. Bila êdî çete dev ji çetetiyê berdin.”

Belavokên gerîla belav kirin

Ehmed Kara jî yek ji wan kesan e ku fermandar Egîd dîtiye. Ehmed dibêje, wî destpêkê koma gerîla sala 1983’yan dîtiye: “Li gundê Belesehê, gundekî ser bi Elbaka Wanê, min koma gerîla dît. Ji ber ku cilên Kurdî li ber min bûn, şevekê xwediyê malê got, rabe hinek hevalên te hatine. Min jî got, ti hevalekî min nîne, malbatê ji ber cilên min digot qey ez heval im. Wê demê gerîla belavok belav dikirin, ez çûm gel wan. Ji min re gotin, tu bixwazî gel me kar bike. Belavokek dan min jî, gotin bixwîne ku tu gel me bî, sibe biryara xwe bide. Roja din careke din heval hatin, min ji wan re got doza we rast e, ezê alîkariyê bidim we. Belavok dan min, min li wir belavokên gerîla belav kirin. Piştî demek ez vegeriyam mal, gundê Hilalê. Min li gund careke din gerîla dît, koma ku hatî di nav wan de fermandar Egîd hebû.  Lê me nedizanî ew heval Egîd e. 3 heval bûn, hevalan ji me xwest em wan heta ber çiya bibin. 

Pêlava wî qetiya bû

Ji bo ku kes heval Egîd nas nake, cilên sivîl li ber xwe kiribûn. Pêlava heval Egîd qetiyabû, dema me ew wisan dît, me pêlavek jî da heval Egîd. Wê demê heval got, ez heval Egîd im. Heval Egîd ji me re behsa şoreş û dozê kir. Daxwaza alîkariyê li me kir, ji me re got, em ê şer bidin desptêkirin. Lê baweriya me nebû wê demê. Dema 84’an şer çêbû, êdî ronahiyek ji bo me jî diyar bû, roj li me hilat.”

Ehmed behsa dengê gerîla ya li herêma wan belavbûyî û çîroka gerîlayekî dike: “Li gundê me Mela Ebdule hebû, melayek bi nav û deng e û her kes nas dike. Mela Ebdule carekê ji me re got, ´Êvarî kesekê li deriyê min da. Dema min vekir, wê kesê got, divê tû me efû bikî. Ez tirsiyam, min got belku kurek min kuştibin. Min gotê kerem ke, we çikiriye ma? Ji min re got, heval ketine nav rezê te û ewqas tirî jêkirine. Dema wisan got, min jê re got, êdî tu can jî bixwazî ez ê bidim. Piştî tu ewqas rast î, tu çi bixwazî ez ê bidim. Piştî wê Mela Ebdule ji her kesê re ev mesele got û rastiya gerîla ji wan re got. Dema ev çêbû, dengê gerîla di nava me de belav bû.”

Ehmed Kara herî dawî dibêje, “Divê êdî çete dev ji çetetiyê berdin û rastiya dewleta Tirk bibînin. Dewleta Tirk çi li bav û bapîrê wan kir, wê wisan li çeteyan jî bike. Ji xeletiyê vegerin, PKK vejîna gelê Kurd e.”