Çeteyên dewleta Tirk ên bi navê esker li Mêrdînê di serdegirtina malan de 5 welatî xistin nezaretxaneyê.

Eskerên dewleta Tirk a dagirker destê sibê li Gundê Xelîla yê navçeya Kerboranê ya Merdînê bi ser gelek malan de girtin. Eskeran, di serdegirtinê de bi hinceta ku der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin Emîne Gevcan (66) û lawê wê Hakîm Gevcan (33), Nezîr Dûman (55) û Fihriye Ercan (74) birin nezaretxaneyê. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li navçeya Qoserê jî polîsan bi ser mala keça Emîne Gevcan, Arjîn Gevcan (24) de jî girtin û ew kirin binçavan.

Binçavkirî li Fermandariya Cendermeyan a Mêrdînê têne ragirtin.

MA/MÊRDÎN