Li gorî bîlançoya Kolbernewsê di nava 6 mehên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê 20 kolber mirine, ji wan 7 bi guleyên hêzên rejîma Îran hatine qetilkirin. Di van 6 mehan de 127 kolber jî birîndar bûne û ji wan 90 kes bi guleyên hêzên rejîma Îranê.

Kolbernewsê li ser malpera xwe bîlançoya 6 mehên destpêkê yên sala 2022’yan a li ser kolberan weşand. Li gorî bîlançoyê, li herêmên sînorî û rêyên di navbera bajarên Rojhilatê Kurdistanê de ji ber gulebarana hêzên Îranê, her wiha bi sedemên weke mayîna di bin aşûtê û qefilîna ji sermayê, teqîna mayînê û ketina ji bilindahiyan, 20 kolberan jiyana xwe ji dest daye, 127 kolber jî birîndar bûne.

Bîlanço van agahiyên li jêr kite bi kite dide:

 

Kolberên kuştî û mirî 

Hêzên Îranê 7 kolber qetil kirin.

Kolberek ji bilindahiyê de ket û canê xwe ji dest da.

4 kolber ji sermayê qufilîn.

Kolberek di rûbarê de xeniqî.

4 kolber dilê wan sekinî.

3 kolberan jî di qezaya trafîkê de wefat kir.

 

Kolberên birîndarbûyî

Hêzên Îranê 90 kolber bi gulebaranê birîndar kirin.

Hêzên Îranê yên ser sînor bi êşkence û şidetê 10 kolber birîndar kirin.

10 kolber ji bilindahiyê ketin û birîndar bûn.

6 kolber ji ber teqîna mayînên ji dema şerê Îran û Iraqê mane birîndar bûn.

11 kolber jî di qezaya trafîkê birîndar bûn.

 

Ne kar e karesat e

Karê kolberiyê esas felaketek e, karesatek e. Ew encama polîtîkayên taybet ên birçîhiştina gel a ji aliyê Îranê ye. Dewlet derfetên kar nahêle û buhabûna jiyana rojane ya xelkê jî dibe sedem ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji neçarî berê xwe bidin kolberiyê. Di encamêde de ji ber gulebarana hêzên Îranê, ji ber sedemên cuda her sal bi dehan kolber canê xwe ji dest didin, gelek jî birîndar û seqet dibin.

NAVENDA NÛÇEYAN