6 gerîlayên jin şehîd bûn 

Çarşem 12 Gulan 2021 - 15:03

HPG'ê ragihand ku di êrişa artêşa Tirk a dagirker de ya li ser qada Şehîd Remzî ya Amedê 6 gerîlayên jin şehîd bûne. 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:  "Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal;
10'ê Gulanê, li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûrayê ji hewayê ve du çalakî pêk anîn. Di her du çalakiyan de derb li dagirkerên li ser Girê Zendûrayê hate xistin.

27'ê Nîsanê li qada Helezilê ya herêma Şehîd Remzî ya eyaleta Amedê, artêşa Tirk dest bi operasyonekê kir. Li hin deverên vê herêmê amûrên kişandina wêneyan bi cih kirin. Piştre jî ev operasyon 28'ê Nîsanê hate berfirehkirin û 29'ê Nîsanê li nêzî gundê Kurtê di navbera hêzên me û dijmin de şer qewimî. Bi destpêkirina şer re gelek dagirker hatin cezakirin û gelek jî birîndar bûn. Li ser vê yekê dagirkeran  qedemeyekê xwe vekişandin û bi balafirên şer bombe li herêmê barandin. Piştre jî bi helîkopterên êrişê bombe li qada şer barandin. Di şer de ku tevahiya rojê dewam kir hevrêyên me Nûjîn, Berfîn, Besê, Eser, Jiyan û Têkoşîn bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Operasyona artêşa Tirk a dagirker a li vê qadê 5'ê Gulanê bi dawî bû.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd wê paşê bi gelê me û raya giştî re bên parvekirin.

Artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bi helîkopter û balafirên şer qadên Metîna, Zap û Avaşînê bombardûman kirin. Di van bombardûmanan de hêzên gerîla zirar nedîtin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.