HPG'ê ragihand hêzên wan 15'ê Kanûnê li qada Bektorya ya Heftenînê ji du baskan ve çalakî birine ser Girê Koordîne û 6 dagirker hatine cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyê de daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê, Hêzên gerîla di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftenînê de 15'ê Kanûnê li qada Bektorya ya herêma Heftenînê li dijî dagirkerên li Girê Koordîneyê ji du baskan ve çalakî kirine. Baskê pêşî yê çalakiyê kozika ku 4 dagirker tê de bûn kiriye hedef û li wan daye. Ev kozik li gel dagirkerên tê de bi temamî hatiye rûxandin. Dema çalakiyê kozika A4 ku dixwest mudaxeleyê li hêzên gerîla bike ji hêla baskê duyan ê çalakiyê ve bûye hedef, kozika A4 li gel du dagirkerên tê de hatine îmhakirin. Kozikeke din jî ya serê gir bûye hedef, derb xwariye, li vê derê dagirkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne tam nehatiye zelalkirin. Di vê çalakiyê de 1 çeka A4 û 2 kozik hatine îmhakirin, kozikekê derb xwariye û berbiçav 6 dagirker hatine cezakirin.''
ANF/BEHDÎNAN