Hêzên artêşa Efxan di êrişên xwe yên hewayî û di erdê re 53 milîsên Talîbanê kuştin.
Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ragihand ku di êrişên hewayî û şer de li Efxanistanê herî kêm 53 endamên Talîbanê hatine kuştin û 38 jî birîndar bûne.
Wezaretê doh bi daxuyaniyekê got, “Li wilayeta Kabîse ya rojhilatê welêt di êrişên hewayî yên hêzên Efxanistanê yên li dijî deverên Taxib û Nicrabê de, 18 çekdar hatine kuştin û 24 birîndar bûne, ku ji kuştiyan 3 fermandarên Talîbanê ne.”
Wezaretê ragihand ku di operasyonên hêzên Erkaxweparastinê de li paytexta wilayeta Helmendê li Leşkergehê 20 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 8 birîndar bûne. Wezaretê wekî din got, li wilayeta Belex di êrişên hewayî yên hêzên hewayî yên Efxanistanê de li herêma Kaldar 15 çekdarên Talîban hatine kuştin û 6 birîndar bûne.
Wezaretê got di van êrişan de erebeyeke çekdarên Talîbanê û hejmareke mezin a çek û cebilxaneyê, hatine teqandin.
NAVENDA NÛÇEYAN