Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 5 gerîlayen ku di sala 2022’yan de şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Li hemberî êrîşên berfireh ên dewleta Tirk a qirker ku armanca wê tasfiyeya mezin bû, gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bi berxwedaneke ku di dîrokê de kêm tê dîtin bersiv da û xeyalên dijmin ên ji bo tasfiyekirinê pûç kir. Hevalên me yên ku ji Xakurkê heta Avaşînê, ji Zapê heta Metîna û Heftanînê her dera Herêmên Parastinê yên Medyayê veguherandine qada berxwedanê, derbên giran li dijmin dane.

Hevrêyê me Cemal ku yek ji fermandarên herêma Zapê bû, li herêma Çemço ya Zapê di şer de, hevrêyên me Laleş, Xebat û Dilşêr ên li herêma Kokelê di encama êrîşên kîmyewî û bombeyên qedexekirî de şehîd bûn. Hevrêyê me Azad li herêma Xakurkê bi qehremanî şer kir û şehîd bû. Malbatên hêja yên hevalên me yên ku nûnerên fedaîbûna Apoyî ne di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

HPG derbarê jiyan û tekoşîna gerîlayên şehîd de jî van agahiyan parve dike;

“Hevrêyê me Cemal li gundê Bayê yê Şemzînanê ji dayik bûye. Di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîla bû. Hevrêyê me Cemal ku weke fermandarê herêmê bi lez û bez tevlî pratîka Zagrosê bû, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, bi fedakarî şer kir. Di 15’ê Mijdara 2022’an de li qada Geliyê Balinda di şerekî li dijî dagirkeran de şehîd bû.

Hevrêya me Laleş li bajarê Tirbespiyê, di malbateke Êzîdî û welatparêz de ji dayik bû. Di sala 2017’an de tevlî nava refên gerîla bû. Di demeke kin de karîbû bibe gerîlayeke pispor ya YJA Starê. Bi êrişa çeka kîmyewî û ya qedexekirî şehîd bû û bû yek lehengên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê.

Hevrêyê me Azad Başûrî li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên PKK’ê bû. Bi destxistina ezmûnê di pêvajoya pratîkî de bû fermandarê gerîla, berê xwe da herêma Xakurkê. Di 30’ê Cotmeha 2022’yan de di encama êrîşa dijmin a li dijî herêma Şehîd Şerîf de şehîd bû.

Hevrêyê me Xebat li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di nava malbatek welatparêz mezin bû. Li qada Xakurkê ku lê tevlî gerîla bû. Ji sala 2021’an û vir ve li qadên Avaşîn û Zapê, cihê xwe girt û bi tevlîbûna xwe ya bi coş, afirêner û bê teredut ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. 

Hevrêyê me Dilşêr jî li Efrînê ji dayik bû û bi çanda berxwedanê ya ku PKK’ê nû ava kir mezin bû. Sala 2018’an tevlî nava refên gerîla bûye. Bi xelekek xurt girêdayî xeta şehîdan bû û ji bo gihandina serkeftinê ya têkoşîna hevrêyên me yên şehîd bêyî ku bisekine, têkoşiya. Li hemberî erkên xwe yên şoreşê timî xwedî hesasiyetek mezin bû, pêkanîna armanca Partiya me kiriye armanca xwe ya esas.

Nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:

Cemal Meşkan (Mazlûm Alp), li Colemêrgê jidayîk bûye, 15’ê Mijdara 2022’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Laleş Avesta (Caklîn Elî), li Tirbespiyê jidayîk bûye, 11’ê Tîrmeha 2022’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Azad Başûrî (Azad Mîne), li Ranya jidayîk bûye, 30’ê Cotmeha 2022’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

Xebat Şemzînan (Mesût Tekîn), li Colemêrgê jidayîk bûye, 11’ê Tîrmeha 2022’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Dilşêr Efrîn (Nûrî Delo), li Efrînê jidayîk bûye, 11’ê Tîrmeha 2022’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN