Gerîlayên HPG û YJA Starê li qada Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî kirin û 5 dagirker ceza kirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye: "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê; Hêzên me yên YJA Starê 27'ê Hezîranê li Geliyê Girê Azad, li zeviyên gundê Êzidiyan û li ser Girê Şehîd Çiya bi sûîqestê çalakî hate kirin. Di van sê çalakiyên sekvaniyê de 3 dagirker hatin cezakirin. Li ser Girê Şehîd Çiya radarek jî hate îmhakirin.

Heman rojê li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîneyê çalakiyeke gerîla ya koordîneyî hate lidarxistin. Kozikeke çeka A4 tevî dagirkerên tê de hat îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê; 27'ê Hezîranê, helîkopter li ser qadên Girê Silêman, Tabûra Ereban û Girê Sor geriya û paşê helîkopteran bombe li qadên Werxelê û Kîlîseyê barandin.

Sibeha 27'ê Hezîranê dagirkeran bi bombeyên gazê êrişî çeperên şer ên li qada Girê Sor kirin. Hêzên me jî mudaxeleyî dagirkeran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafir û obusan êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û helîkopter li herêmê geriyan. Li qadên Xakurkê, Zapê û Metînayê bombe barandin.

Di bombardumanê de tiştek bi hêzên gerîla nehat.

ANF/BEHDÎNAN