- Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafê Rojnamevanan, ragihand ku par 353 binpêkirin li dijî rojnamevan û saziyên ragihandinê pêkhatine.
Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafê Rojnamevanan, ragihand ku par 353 binpêkirin li dijî rojnamevan û saziyên ragihandinê pêkhatine.
Navendê da zanîn ku 4 rojnamevan jî bi awayekî neqanûnî hatine cezakirin.
Navenda Metro bi daxuyaniyeke çapemeniyê rêjeya binpêkirinan ya sala 2021’ê ya dijî rojnamevanan eşkere kir. Li gorî Navenda Metro, 353 binpêkirin li hemberî 260 rojnamevan û saziyên ragihandinê pêk hatine.
Navenda Metroyê da zanîn ku di salekê de 4 rojnamevan neqanûnî hatine cezakirin û 25 rojnamevan jî kirine nezaretê. Herwiha li dijî rojnamevanan 81 êriş û lêdan jî çêbûne. Herwiha hate gotin, 189 bûyerên cûda, astengkirina weşanê û 25 caran jî kel û pelên rojnamevanan hatine desteserkirin.
Li gorî Navenda Metroyê, par 13 êriş, û êrişek bi guleyan çêbûne û serdegirtina kanalan û girtina kanalên TV´yê jî çêbûne.
ROJNEWS/SILÊMANÎ