Gerîlayan li herêma Kato Jîrka li dijî leşkerên artêşa Tirk a di nava tevgerê de bûn çalakiyeke ya sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê agahî da.
HPG’ê ev agahî da:
“Li devera Deriyê Qaçê yê dikeve herêma Kato Jîrka ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê yekîneyeke dijmin a di nava tevgerê de bû kete kontrola hêzên me. Hêzên me 29’ê Tîrmehê bi rêbaza sabotajê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku 4 leşker hatin cezakirin, 1 jî birîndar bû.
13’ê Hezîranê, artêşa TC’ê li devera Çirav a li Herêma Gabar a Şirnexê dest bi operasyonekê kiribû. Artêşa TC’ê bi balafirên şer herêm bombe kir bi desteka helîkopterên şer bi Skorsky leşker li herêmê danî. Ev pêvajoya operasyonê ku heta 14’ê Hezîranê dom kir di şer û bomberdûmanê de hevrêyên me Delîl, Şervan û Rûhal şehîd bûn. Em ê piştre nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi raya giştî re parve bikin.
ANF/BEHDÎNAN