4 gerîla li Gabarê şehîd bûn

În 20 Çile 2023 - 01:47

HPG’ê nasnameya gerîlayên li Gabarê şehîd bûne eşkere kir û got, “Wê gelê me keda wan a ji bo têkoşîna azadiyê ti carî ji bîr neke.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di 9’ê Çileya 2023’an de li herêma Gabarê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerên dijwar qewimîn. Hevrêyên me Evrîm, Hogir, Şervan û Rênas ên ku di pevçûnên li Gabarê de pêşengtiya têkoşîna me ya azadiyê kirin, heta nefesa xwe ya dawî bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Ev hevrêyên leheng ku bi tevlîbûna xwe ya fedayî ya di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bûne zarokên herî bi nirx ên gelê me, wê bi şehadeta xwe û bi têkoşîna xwe ji me re bibin pêşeng. Gelê me wê keda hevrêyên me Evrîm, Hogir, Şervan û Rênas ên di têkoşîna me ya azadiyê de tu carî ji bîr neke. Di serî de ji malbatên hêja yên hevalên me, em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.”

HPG´ê ji bo şehîd Evrîm Sumbul got, “Hevrêya me Evrîm li Colemêrgê hatiye dinê. Hevrê Evrîm tevlî nav refên gerîlayan dibe. Hevrê Evrîm a ku li qada Avaşînê perwerdeya Şervanên Nû dît û sala 2016’an bi gelê me re ji bo li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bike çû çeperên berxwedanê. Li herêma Gabarê ya ku demeke dirêj lê bû, bi tevlîbûna xwe ya kurt, bi helwesta xwe fedakar û hêrsa xwe ya kûr a li hemberî dijmin bûye yek ji fermandara pêşeng a YJA Starê.”

HPG´ê ji bo şehîd Hogir Botan jî got, “Hevrê Hogir li Cizîra Botan hatiye dinê. Ew sala 2011'an bi coşeke mezin tevlî nava refên gerîla bû, li Metîna perwerdeya xweya şervanên nû dît. Di navbera salên 2013-2016’an de li dijî çeteyên DAIŞ´ê li gelek qadan şer kir. Her çend di vî şerî de birîndar bûbû jî, dîsa rabû ser piyan û bi îradeya Apoyî ya mezin û bi îradeyeke xurt dîsa vegeriya çeperên şer. 

Hevrêyê me Hogir ji roja ku tevlî bû, xeyala wî ev bû ku li Botanê li dijî mêtingeriya dewleta Tirk gerîlatiyê bike û sala 2018’an ev xeyala xwe pêk anî. Hevrê Hogir ku di gelek çalakiyên li herêma Gabarê de bi roleke pêşeng rabû û di demên herî dijwar ên şer de jî ji hevalên xwe re pêşengtî kiriye.”

HPG´ê ji bo şehîd Şervan Çiya got, “Hevrêyê me Şervan li nava malbateke welatparêz li navenda Êlihê mezin bû. Ew sala 2011'an tevlî nava karên ciwanan bû û partiya me, felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas kir. Sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me demekê li Bakurê Kurdistanê gerîlatî kir, piştre çû Herêmên Parastinê yên Medyayê. Sala 2017'an dema ku dixwest hevrêyên xwe yên birîndar derman bike, rastî êrişa dewleta Tirk a dagirker hat û birîndar bû. Hevrêyê me Şervan timî dixwest li Bakurê Kurdistanê têbikoşe û derbasî warê pîroz ê gerîlatiyê Botanê bû. Hevrêyê me Doktor Şervan demeke dirêj li herêma Gabarê ya Botanê gerîlatî kir, di nava şert û mercên herî giran de li dijî dagirkeran şerekî mezin kir, her wiha wezîfeya xwe ya doktoriyê ya pîroz dewam kir û xizmet ji hevrêyên xwe re kir.”

HPG´ê ji bo şehîd Rênas Serfiraz jî got, “Hevreyê me Rênas li navçeya Karaz a Amedê ji dayîk dibe. Ew sala 2014’an ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevreyê me Rênas ku piştî tevlî dibe perwerda xwe ya yekemîn li qada Heftenînê dibîne. Hevrê Rênas dizane ku ji bo bi rengekî çalak û encamgir tevlî pêvajoya dîrokî ya ku gelê me û Tevgera me tê de ye bibe, divê xwe di aliyê îdeolojiyê de kûr bike, bi vê armancê di Akademiya Mahsûm Korkmaz de perwerde bû û keysa xwe lê anî ku pratîka xwe binirxîne. Di operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li şer Başûrê Kurdistanê de li Heftanînê di nava gelek çalakiyên li dijî dagirkeran de cih girt.

Hevreyê me Rênas ku dizane divê li dijî pilanên dagirkeriyê ên dijmin li Bakurê Kurdistanê têkoşîna xwe bêhtir mezin bikin, bi vê armancê derbasî Bakurê Kurdistanê dibe û berê xwe dide Gabarê. Hevreyê me Rênas li Gabarê di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girtiye.”

Agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:

* Evrîm Sumbul (Menîce Ozkan), li Colemêrgê jidayîk bûye, 9’ê Çileya 2023’an li Gabarê şehîd bû. 

* Hogir Botan (Omer Sungur), li Konyayê jidayîk bûye, 9’ê Çileya 2023’an li Gabarê şehîd bû.

* Şervan Çiya (Mûstafa Bayindir), li Êlihê jidayîk bûye, 9’ê Çileya 2023’an li Gabarê şehîd bû.

* Rênas Serfiraz (Mehmet Yilmaz), li Amedê jidayîk bûye, 9’ê Çileya 2023’an li Gabarê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.