- Heta niha qederê 35 hezar îmzeyan hatine komkirin.
Kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên dewleta Tirk a dagirker ji nava xaka Herêma Kurdistan û Iraqê, dewam dike. Heta niha qederê 35 hezar îmzeyan hatine komkirin.
Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer de di 30 Hezîranê de di çarçoveya Pêngava Seferberiya Heftanînê de ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başurê Kurdistanê û Iraqê bê derxistin, kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin. Ev kampanya hîna dewam dike. Kampanyaya komkirina îmzeyan bi du awayan dewam dike. Hem bi awayê elektronîk îmze têne avêtin, hem jî nivîskî.
Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina eskerên Tirk ji xaka Iraqê, li Silêmanî, Raperîn, Germiyan, Kerkûk û gelek deverên din dewam dike. Xelkê herêmê piştevaniya kampanyayê dikin.
Aliyên kampanyayê dikin, pêşî dixwazin 50 hezar îmzeyan kom bikin. Tê payîn kampanyaya îmzeyan di 15’ê Tebaxê de bi daxuyaniyek çapemeniyê dawî bibe. Piştre yên ku kampanyayê bi rê ve dibin wê îmzeyan bidin parlamena Herêma Kurdistan û ya Iraqê.
ROJNEWS/SILÊMANÎ