• Hepsiyê bi navê Riyad Ahmed ku ji Rojavayê Kurdistanê ye, ev 32 sal in di hepsên Tirkiyeyê de dîl tê girtin. Li gel ku wextê wî temam bûye jî dewlet wî rehîn digire û bernade. Dê û bavên wî bi hesreta lawê jiyana xwe ji dest dane. Niha jî xwîşka wî ya Şêrîn ya nexweş, dixwaze birayê xwe li derve bi awayekî azad bibîne.

MIHEME PORGEBOL

Li hepsên Tirkiyeyê di van salên dawî de qewimînên sosret pêk tên. Hepsiyên ku bi salan girtî ne li gel ku înfaza cezayê xwe temam kirine jî bi hincetên pûç nayên berdan û li hepsan tên girtin. Nexasim jî hepsiyên siyasî yên Kurd bi van muameleyan re rû bi rû dimînin. Dewlet bi hincetên pûç yên weke hepsî qet pirtûk nexwandine, malbata wan nayê hevdîtinê, mafê xwe yê telefonê bikarnaînin, bi rêxistinê re têkiliyên xwe nebirrîne û govend girtine astengiyan derdixin pêşberî hepsiyên siyasî û nahêlin ew azad bibin. Niha bi sedan kesên bi vî awayî hene ku ew nayên berdan.

Di nav hepsiyan de rewşa Riyad Ehmed hinek cudatir e. Ew ji Rojavayê Kurdistanê ye. Hepsiyê ji Rojava yê bi navê Riyad Ahmad ku ev tam 32 sal in di hepsên Tirkiyeyê de dimîne, li gel ku wextê xwe temam kiriye jî nayê berdan. Riyad Ahmed di sala 1991’an de hate girtin û ji wê salê ve ye ji malbata xwe ti kesî nabîne. Her wiha wî di nav van salan de gelek caran îşkence dîtiye û gelek heps geriyaye. Dê û bavên wî bi hesreta wî jiyana xwe ji dest dan û beriya wefat bikin wan bi çavên seriyan Riyad Ahmed nedît. Xwîşka Riyad Ahmed ku ew jî nexweş e, ditirse ku ew jî birayê xwe nebîne û bêyî wî ji vê dinyayê koç bike!

Xwîşka Riyad Ahmed ya bi navê Şêrîn da zanin ku ji bo birayê wî ji hepsê derkeve her tiştê wî temam bûye û parêzer jî gotine ku kêmasiyên wî tine ne. Lê di dawiyê de bi hincetên pûç tahliye nekirine û ew niha li Hepsa Şakran ya nimre 4’an rehîn hatiye girtin.

Dê û bav bi kula law serî datînin

Xwîşka Riyad Ahmed da zanîn ku ew ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê yên di derbarê Rojava de bi salan birayê xwe nedîtiye û got; “Ji ber polîtîkayên Tirkiye em nikarin herin hevdîtina wî. Parêzerên wî diçin hevdîtina wî, lê ji ber em li Rojava dijîn Tirkiye nahêle em herin wî bibînin. Nedîtina wî me diêşîne, dê û bavê min bi kula wî serê xwe danîn. Gelek endamên malbatê hene ku heya niha qet rûyê wî nedîtine. Yên mirin ji xwe mirin yên mayî û wî ditine jî êdî rûyê wî jibîrkirine. Hema tenê saetekê jî me wî bidîta me qîma xwe bi vê yekê dianî.”

 Hêviyan çêdikin û wî bernadin

Şêrîn şert û mercên li hepsên Tirkiyeyê jî bibîrxist û got; “Ev yek li zora me diçe. Her tim dibêjin înfaza wî bi dawî bûye, bi me re hêviyan çêdikin lê paşê hincetan derdixin û wî du hepsê de digirin. Erê em li azadiya wî difikirin lê niha tiştê em dixwazin ewe ku rojek berî rojekê ji nav lepên dijmin xelas bibe. Hepsbûna wî êdî li zora me naçe lê nêzîkatiyên hepsên Tirkiye yên bê hiqûq me aciz dikin. Ew dijminatî nêzî hepsiyan dibin û li gor qanûnan tevnagerin.”

Nasîna bi name û wêneyan

Şêrîn da zanîn ku ew 8 xwîşk û bira ne. Lê wan qet bi çavan Riyad nedîtiye. Dema Riyad tê girtin Şêrîn hîna çênebûye. Piştî Şêrîn tê dinyayê malbata wê her tim jê re gotiye birakî te heye li Tirkiyeyê girtî ye. Ew bi van gotinan mezin bûye. Şêrin bi riya nameyên ku ji birayê xwe re dinivîse wî nas dike. Her wiha bi riya fotografan hevdu dîtine. Şêrîn got; “Ez ê bi dîtina birayê xwe careke din ji nûve werim dinyayê. Bes êdî em dûrî hev man, ez dixwazim birayê xwe hembêz bikim.”

Rejîma înfazê ya dewletê!

Parêzerê Riyad Ahmed, Alîşan Şahîn jî di derbarê rewşa Riyad Ahmed de nirxandinan kir û axivî. Alîşan Şahîn da zanîn ku Riyad Ahmed bi berxwedana xwe serbilind e û heger hewce bike dê ew çend salên din jî di hepsê de li ber xwe bide. Lê Alîşan Şahîn vê yekê jî bi bîr dixe û dibêje, “Erê ew bi hêz e, lê ev nayê wê maneyê ku em ê dev ji mafên wî yên hiqûqû berdin. Na, heta ji me were em ê hewl bidin wî ji hepsê derxin. Dewlet hewl dide bi hincetên pûç girtiyên siyasî di hepsê de bihêle, ev jî rejîma înfazê ya dewletê nîşanî me dide. Niha Riyad miracaetî hin ciyan kiriye û nerazîbûnên xwe nîşan daye. Em jî bi awayekî hiqûqû rewşa wî dişopînin û ji bo wî em ê jî miracaetî hin ciyên fermî bikin û daxwaznameyên binivisînin.”

Dewlet malbatan sûcdar dike

Parêzer Alîşan Şahîn got ku bi qasî hepsiyan malbatên wan jî mexdûr dibin û tedeyê dibînin. Alîşan Şahîn got; “Li hepsan qanûnên heyî bi awayekî kêfî tên binpêkirin. Ji ber malbat ji hepsiyan re pere dişînin vê carê malbatê weke endamên rêxistinê dibînin. Li Tirkiyeyê hin dozên bi vî rengî jî hene ku malbat hatine sûcdarkirin, ji ber pereyên ku ji hepsiyan re şandine. Bi rastî jî nêzîkatiyên wisa nîşan didin ku ew henekên xwe bi xelkê dikin. Divê dewlet bi nêzîkatiyeke wekhev nêzî insanan bibe. Ji ber vê yekê jî li hember bêedaletiya dewletê divê em di rewşên wiha de xwedî helwêst bin û van pêkûtiyan qebûl nekin.”