HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir, ku li Metînayê şehîd bûne. HPG´ê got, “Ew ê timî di bîra gelê me de bin û bibin hincet ji bo têkoşîneke xurtir."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê got, "Li dijî êrişa dijmin a 10'ê Kanûna 2022’yan a li ser Tepê Ortê yê Metînayê, hevrêyên me Arîn, Rênas û Serdar bi rengekî dîrokî li ber xwe dan û ji bo cezakirina gelek leşkerên dijmin, bi roleke girîng rabûn. Her sê hevrêyên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Van hevrêyên me yên hêja bi pratîka xwe nîşan da ku milîtanên Apoyî wê her tim li ber êrişên dijmin rabin û bi ti awayî dest ji parastina gelê me bernedin. Van hevrêyên me weke şervanên herî bijarte yên milîtaniya Apoyî cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girt. Hevrêyên me Arîn, Rênas û Serdar ku her yek ji wan ji parçeyekî cuda yê Kurdistanê ne û ji bo azadiya gelê me li heman çeperî şer kirin, weke sembola yekîtiya azad û demokratîk a gelê Kurdistanê wê her tim di bîra gelê me de bin û bibin hincet ji bo têkoşîneke xurtir.”
Yek ji Şehîdan ji Bakur, yek ji Rojava û yek jî ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Nasnameya şehîdan weke li jêr hat eşkerekirin:
* Arîn Mîtan (Îslîm Hiso) ya li Kobanê ji dayik bûye, keça Rojher û Mahmûd, 10'ê Kanûna 2022´yan li Metînayê şehîd bû.
* Rênas Amed (Huseyîn Seçkîn) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Salîha û Hasan, 10'ê Kanûna 2022´yan li Metînayê şehîd bû.
* Serdar Rojhilat (Sîna Şerîfpûr) ê li Dîwandereyê ji dayik bûye, kurê Ezîze û Mihemed Elî, 10'ê Kanûna 2022´yan li Metînayê şehîd bû.
BEHDÎNAN