• ''Hevalên me yên şehîd bûne Yahya Atmaca bi nasnav Savaş Firat ê li Mûşê ji dayik bûye, Osman Îşleyen bi nasnav Argeş Avaşîn ê li Wanê ji dayik bûye û Metîn Cîlo bi nasnav Şiyar Agirî yê li Agirî ji dayik bûye şehîd bûne.''

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir û got, ”Berxwedana hevrêyên me Savaş, Argeş û Şiyar bi rengekî eşkere û vekirî nîşan da ku îradeya mirovan li hemberî teknîkê ti carî têk naçe.”
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
”Di daxuyaniya xwe ya 4’ê Tîrmehê de me ragihandibû ku 24’ê Hezîranê li qada Neynikan a navçeya Pulur a Dersimê di navbera artêşa TC a dagirker û hêzên me de şer qewimiye û di encamê de 3 hevalên me şehîd bûn. Hevalên me yên şehîd bûne Yahya Atmaca bi nasnav Savaş Firat ê li Mûşê ji dayik bûye, Osman Îşleyen bi nasnav Argeş Avaşîn ê li Wanê ji dayik bûye û Metîn Cîlo bi nasnav Şiyar Agirî yê li Agirî ji dayik bûye şehîd bûne.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê mîrateya wan a têkoşînê bi ser bixînin.” 

ANF/BEHDÎNAN