3 koçberên din mirin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 16 Cotmeh 2023 - 16:46

Hêzên ewlekariya peravên Yewnanistanê ragihandin ku li girava Sîmî ya li nêzî peravên rojavayê Tirkiyeyê, keştiyeke ku koçber tê de bûn, noqî avê bûye û 3 koçber mirine.

Li gorî daxuyaniya hêzên ewlekariya peravê, di operasyonên rizgarkirinê de bi botan û helîkopterê 8 kes bi saxî hatine xilaskirin. Hat diyarkirin ku cenazeyên 3 kesan ji avê hatine derxistin û yek ji wan jin e. Hat ragihandin ku herî kêm 2 kes jî winda ne.

Di van salên dawî de bi hezaran koçber ku pirraniya wan ji Sûrî, Efxanistan û Pakistanê ne, bi rêya di derya û erdê re di ser Tirkiyeyê re derbasî Yewnanistanê bûne.
Pirraniya koçberan hewl didin di ser Yewnanistanê re biçin rojavayê Ewrûpayê.

Li vê herêmê gelek keştî noqî avê bûne û gelek kes di encamê de mirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.