Aqûbeta endam û rêveberên jin ên RJAK’ê ên ku hêzên PDK’ê beriya bi 27 rojan revandin, hîna jî ne diyar e.
Bi boneya salvegera 7´an a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyeke Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), çûbû serdana Şengalê. Endamên şandeyê ku ji endamên meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk dihat, dema ji Şengalê vedigeriyan, 5´ê Tebaxê di ketina Hewlêrê de li seytereya Kelekê ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelekê ve hatin revandin. Ji hingê ve aqûbeta hersêyan ne diyar e. Li gorî agahiyên ku me berê ji Rêveberiya RJAK’ê girtî, bi rêya hinek kesan agahî gihîştiye wan ku tendûristiya endameke wan di hepsa PDK´ê de pirr xira bûye, û timî vedirêşe.
Rêveberiya RJAK’ê bang li rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê û yên navneteweyî, rêxistinên mafê mirovan ên navneteweyî û saziyên elaqeder kir da ku ji bo berdana endamên wan, hewl bidin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ