’23ê Cotmehê li Freiburgê bin’

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 2 Cotmeh 2021 - 02:28

  • Pêşbirk wê bi wesîleya 30’emîn salvegera damezrandina YXK’ê pêk were. Komîteya Amadekar bang li welatparêzan, hêzên demokratîk û wêjehezan kir ku tevlî pêşbirkê bibin.

28’emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî wê 23’ê Cotmehê li Freiburgê pêk were. 

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jin ên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ragihand ku wê bi dirûşma ‘Wêje, huner û berxwedanê bi me re pîroz bikin!’ 28’emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî li dar bixin.

Pêşbirk wê bi wesîleya 30’emîn salvegera damezrandina YXK’ê pêk were. Komîteya Amadekar bang li welatparêzan, hêzên demokratîk û wêjehezan kir ku tevlî pêşbirkê bibin.

Bernameya pêşbirkê wiha ye:

“Pêşbirka wêjeyê ya bi Kurdî, Tirkî, Ingilizî û Elmanî

Muzîk: Hîvron, Hozan Şemdîn, Dengbêj, Folklor, Govend.”

Pêşbirk wê li navnîşana ‘Feldbergstrasse 25A 79115 Freiburg’ê 23’ê Cotmehê saet di 14:00 de dest pê bike.

Ji bo wergirtina agahiyên berfireh ev navnîşan hatin parvekirin: Instagram: huseyincelebi_festivasl2021,
E-posta: HuseyinCelebi2021@protonmail.com

FREIBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.