• Serokê Navenda Stratejîk ya Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku heta niha 215 gorên komî yên serdema rejîma Bees’ê de li Iraqê hatine dîtin û ji van 130 gor hatine vekirin.

Serokê Navenda Stratejîk ya Mafên Mirovan a Iraqê Fazil Xerawî ragihand ku heta niha bi giştî 215 gorên komî yên serdema rejîma Bees’ê li Iraqê hatine dîtin ku ji vane 130 gorên komî hatine vekirin û 85 gorên komî jî nehatine kolandin.
Fazil Xerawî da zanîn ku bi giştî gorên komî yên bi destê çeteyên DAIŞ’ê 120 gor hatine dîtin û ji vê hejmarê jî 51 gor hatine vekirin û 69 got hîna nehatine kolandin.
Her wiha Xerawî destnîşan kir ku hîna gelek gorên komî yên nehatine dîtin hene ku divê bi amûrên pêwîst bên lêkolînkirin û astengên herî girîng ên li ber kolandina gorên komî jî kêmbûna kapasîteya mirovî ya tîman û nebûna alavên pispor in.
Fazil Xerawî herî dawî diyar kir ku gelek ji gorên komî li deverên di warê ewlekarî de metirsîdarin, wek deverên çol yan cihên din ên metirsîdar ên li Iraqê ne. ROJNEWS