Dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîla bêçare maye û herî dawî li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 20 caran bi bombeyên kîmyewî êriş bire ser çeperên şer ên li Şehîd Botan. Lê dîsa jî gerîlayan herî kîm 3 dagirkerên din kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin.
Li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên Şehîd Botan ji serê sibehê heta êvarê bênavber 20 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Artêşa Tirk a dagirker di heman demê de Qadên Berxwedanê 5 caran bi balafirên şer, bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kir.”
HPG´ê kite bi kite jî behsa çalakiyên gerîlayan kir:
Li Zê (Zapê)
8’ê Kanûnê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.
8'ê Kanûnê saet di 16:00´an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Botan bi sabotajê çalakî hate lidarxistin.
Li Metînayê
8'ê Kanûnê li Qada Girê Ortê ya Metînayê, hêzên me dagirker kontrol kirin û piştre bi çekên ferdî li wan dan. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
8'ê Kanûnê saet di 10:00, 12:00 û 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê 3 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.
8'ê Kanûnê saet di 14:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tîmên me yên bi tevger, gava ku dar dibirrîn dest li dagirkeran werda, piştî vê destwerdanê dagirker neçar man bi astekê vekişin.
Sûcên şer ên dewleta Tirk
8'ê Kanûnê ji serê sibehê heta bi danê êvarê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên li Şehîd Botan 20 caran bênavber bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.
BEHDÎNAN