HPG: ''Di êrîşa esmanî ya artêşa TC’ê ya 30’ê Hezîranê li ser devera Xantûr a Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyên me Îsmaîl Alî bi nasnav Welat Agirî yê li Dêrikê ji dayik bûye û Mehmet Emîn Toy bi nasnav Şoreşger Şemse yê li Sêrtê ji dayik bûye, şehîd bûn.''
HPGʼê nasnameya 2 gerîlayên 30’ê Hezîranê li devera Xantûr a Heftanînê şehîd bûbûn eşkere kir û got: “Em soz didin ku em ê bi ruhê berxwedanê ku şehîdên me ava kirî ala têkoşînê hilgirin, têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya her du şehîdan agahî dan: “Di êrîşa esmanî ya artêşa TC’ê ya 30’ê Hezîranê li ser devera Xantûr a Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyên me Îsmaîl Alî bi nasnav Welat Agirî yê li Dêrikê ji dayik bûye û Mehmet Emîn Toy bi nasnav Şoreşger Şemse yê li Sêrtê ji dayik bûye, şehîd bûn.
Hevrêyên me bi keda xwe, dilnizmî û dilsoziyê xwe li refên pêş cih girtin, li dijî dijmin xeteke berxwedanê ya xurt raber kirin û bi vê careke din xeta milîtantiyê nîşan dan.
Di serî de ji malbatên hevrêyên xwe Welat û Şoreşger ên şehîd bûne, ji hemû gelê Kurdistanê yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin, soz didin ku em ê bi ruhê berxwedanê ku şehîdên me ava kirî ala têkoşînê hilgirin, têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.”
ANF/BEHDÎNAN