- Dewleta Îranê 2 kolber kuştin.
Hêzên rejîma Îranê li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê êriş birin ser kolberan. Di encamê de 2 kolber hatin kuştin.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, hêzên supayê pasdarên Îranê li gundê Tete yê girêdayê bajarê Merîwanê gule li kolberan barandin.
Di encama gulebaranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û kolberek jî di dema êrişê de ji zinar kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Her wiha hate gotin, hêzên rejîmê 500 kolber jî destgîr kirine û dest danîne ser kelûpelên wan.
NAVENDA NÛÇEYAN