Dewleta Tirk îro bi polîsên xwe bi ser malan de girt û êriş kirin. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî di navê de 14 kes xistin nezaretê.
Li navçeyên Dêrik, Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê di êrişa polîsên dewleta Tirk de 14 kes hatin girtin û xistin nezaretê.
Ji kesên binşavkirî yên navê wan eşkere bûne wiha ne: Hevşaredarê Kerboranê Ahmet Încî ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, Lokman Findik, li Artûklûyê Hatîce Kalkan, Ramazan Kalkan û Fettah Tekîn, li Qoserê Sakîne Yildiz û li Dêrikê jî Mesût Çelîk.
Li Edeneyê Bedrî Altan ê bi nexweşiya KOAH'ê jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.

AMED