• HPG´ê da zanîn ku dewleta Tirk di nava 2 rojan de 18 caran bi teqemenî û gazên jehrî êriş biriye ser berxwedêrên li devera Werxelê û gerîlayên li Kurdistanê her cara dijmin hewl daye bi pêş keve, ew şikandiye. 

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li devera Werxelê ya herêma Avaşînê 18 caran bi teqemenî û gazên jehrîn bombe kiriye. HPG’ê da zanîn ku dagirkerên ku xwestin ku bi pêş ve biçin, hatiye şikandin. HPG´ê wekî din nasnameya 3 şehîdên Gabar û Herekolê eşkere kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî êrişên hewayî yên dewleta Tirk daxuyanî da.

Wê got, devera Werxelê 18 caran bi teqemenî û gazên kimyewî hatiye bombekirin. HPG´ê wiha kite bi kite behsa sûcên di şer de ên dewleta Tirk kir: "Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herema Avaşînê; 5’ê Îlonê saet di navbeyna 19:30-21:00’an de û 6’ê Îlonê di navbeyna 07:30-19:45’an de artêşa TC’ê ya dagirker 18 caran bi teqemenî û gazên jehrîn Qada Berxwedanê ya Werxelê bombe kir.

Piştî bombekirinê, dagirkeran xwest ku ber bi Qada Berxwedanê ve bi pêş ve biçin, piştî ku Berxwedêrên Werxelê destwerdan dagirkeran, bêyî ku encamekê bigirin dagirker vekişiyan. Artêşa TC’ê ya dagirker ji vê sibehê ve Qada Berxwedanê ya Werxelê bi gazên jehrî bombe dike.

6’ê Îlonê saet di navbeyna 11:30-13:00’an de derdora gundên Banîk û Minînê yên Heftanînê bi obûs û hawanan hat bombekirin.

6’ê Îlonê derdora gundên Dêşîşê û Serarû yên nehyeya Kanî Masî ya navçeya Amediyê û Kela Qumriyê, Qadên Koordîne bi helîkoptêran hat bombekirin.

6’ê Îlonê saet di navbeyna 22:30-00:00’an devera Geliyê Basta bi helîkopterên êrişê hat bombekirin.”

3 şehîdên Gabar û herekolê 

HPG'ê sê gerîlayên ku di êrişên hewayî de Gulan û Tebaxê li Gabar û Herekolê şehîd bûn, bi bîr anîn. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "17'ê Gulanê û 3'ê Tebaxê li qadên Gabar û Herekolê yên herêma Botanê, di bombardûmana artêşa Tirk a dagirker de ji lehengên gelê me hevrêyên me Egîd, Adil û Munzur şehîd bûn.

HPG´ê ji bo Egîd Timok got, "Hevrêyê me Egîd piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, mîna ku jinûve ji dayik bûye lê hat, xisarên ku sîstemê da kesayetiya wî têgihişt û gav bi gav ber bi kesayetiyekî azad ve meşiya. Hevrêyê me Egîd bi bendewariya Rêbertî, şehîdan û gelê me ya ji Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê zanîbû, lewma her tim bi giraniya berpirsyariya xwe tevgeriya. Ji bo bersivê bide, rêbaza Rêbertiyê ku kesayetiya çalak e, di kesayetiya xwe de bi cih kir."

HPG´ê ji bo Adil Botan jî got, "Hevrêyê me Adil li Cizîrê ji dayik bû. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êriş birin ser Kobanê, ji bo parastina gelê me, tevlî nava refên gerîla bû.

Wekî gerîlayekî şareza li herêma Botanê vegeriya û ji bo tola komkujiyên ku dewleta Tirk a qirker di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de li Cizîrê û gelek herêman li gelê me kir, hilîne, kete nava lêgerînê. Li ser vê bingehê bi taybetî sala 2020’an tevlî gelek çalakiyên li Herekolê bû û hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi rengekî encamgir nîşan da."

HPG´ê ji bo Munzur Serhat Çirav jî got, "Hevrêyê me Munzur hewl daye ji bo pirsên hebûn û azadiyê yên gelê me re bibe bersiv. Bawerî pê aniye ku herî xweş li nav refên PKK'ê dikare vê pêk bîne û sala 2015'an tevlî nav refên gerîla bûye. Ji bo ku polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li dijî gelê me bişikîne, bawerî pê aniye ku asta şer a li Bakurê Kurdistanê zêdetir were geşkirin û diçe Botanê. Li vir tevlî çalakiyên serketî yên dijî dijmin dibe. Hevrêyên me Egîd, Adil û Munzur jî bûne xelekên girîng ên van pêvajoyên berxwedanê, li nav dîroka me ya azadiyê cihê xwe girtine. Serê malbatên hêja yên hevrêyên me Egîd, Adil û Munzur û tevahiya gelê me yê welatparêz sax be."

Nasnameyên şehîdan

HPG´ê nasnameya her sê şehîdan wiha eşkere:
- Egîd Timok (Kahraman Sûnar) ê li Êlihê ji dayik bûye, kurê Fatma û Bedrettîn, 11'ê Gulana 2021´ê li Gabarê şehîd bû.
- Adil Botan (Metîn Tetîk) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Nebahat û Idrîs, 3’yê Tebaxa 2021´ê li Herekolê şehîd bû.
- Munzur Serhat Çirav (Serhat Esen) ê li Sêrtê ji dayik bûye, kurê Hakîme û Ahmet, 3’yê Tebaxa 2021´ê li Herekolê şehîd bû. 

BEHDÎNAN