Malbata Kurd a berî niha li Konyayê êrîşa nîjadperestî li ser hatibû kirin, cara duyemîn înîya çûyî êrîşî wan kirin. Di êrîşê de Yaşar, Bariş, Serpîl, Serap, Îpek, Metîn û Sîbel Dedeoglû hatin kuştin. Êrîşkaran piştî êrîşê, xaniyê malbatê dan ber agir û ji cihê bûyerê reviyan. Ji heman malbatê 3 jê jin, 7 kes hatin qetilkirin.
Di 12’ê Gulanê de li Taxa Bahçeşehîr a navçeya Meram a Konyayê, komeke nîjadperest a 60 kesî êrîş biribû ser malbatê Dedeogûllari ku ji Qersê ne. Kesên êrîş biribûn ser Dedeogûllari, gotibûn “Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn” û bi kevir, kêr û daran êrîş biribûn ser wan. Têkildarî êrîşê de 5 kes hatibûn girtin, lê bi hinceta “delîl kêm in” hatibûn berdan.
Dewlet qatilên xwe parast
Parêzerê malbatê Abdûrrahman Karabûlût, têkildarî êrîşê ji Arti TV’yê re got: “Ewilî di 12’ê Gulanê de komeke 50-60 kes êrîş biribû ser malbatê. 7 kes hatibûn girtin. Lê her carê kesek an du kes dihatin berdan. Me hewl da hin kesên din bên girtin, lê me dît hemû hatin berdan.”
‘4 roj berê ez bi wan re axivîm’
Hevseroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî got, beriya niha bi mehekê ev komên nîjadperest dîsa êrîş birine ser malbatê. Her wiha Keskîn diyar kir ku ev nêzî 15 sal in li ser malbata ku hatibû qetilkirin gef hene. Piştî qetlîamê dema ku polîs hatibûn cihê êrişê jî kesekî di nav qelebalixiyê de gotibû “Wê li vir Kurdek jî nemîne.” Eren Keskîn ji ajansa ANF’yê re wiha peyivî, “Komîsyona ÎHD’ê berê jî bi malbata Dedeogûllari û parêzerên malbatê re axivîbû. 4 roj berê dema ez bi wan re axivîm diyar kiribûn ku ew gelekî tirsiyane û gef li wan tê xwarin. Malbatê diyar kiribû ku 15 sal in heman tişt tê serê wan û beriya qetlîamê kesên hatibûn girtin jî hatine berdan. Malbatê ji xwe berê diyar kiribû ku êrişî wan hatiye kirin. Rayedarên dewletê ji dêvila ku mirovan sûcdar bikin divê tevdîrê bistînin.”
Hatin veşartin
Cenazeyên 4 jê jin 7 kesên ku li navçeya Meram a Konyayê hatin qetilkirin, li Goristana Saraçoglû ya navçeya Karatayê li kêleka hev hatin definkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN