- Li gorî daneyên Komîteya Tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 138 kes bi vîrûsê ketine.
Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hejmara mirovên li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine bûye 138. Hate ragihandin ku yek ji nexweşan miriye. Li aliyê din şewba Covid-19 ji bo xelkê Serêkaniyê yê di wargehên penaberan de jî vediguhere tehlûkeyekê.
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa têkildarî belavbûna vîrûsa koronayê ya li herêmê daxuyanî da. Mistefa ragihand ku 19 nexweşên din ên bi vîrûsê ketine, hatine tespîtkirin û yek ji wan jî miriye. Ji van nûpêketiyan 14 li herêma Cizîrê û 5 jî li herêma Şehbayê hatine tespîtkirin.
Li gorî daxuyaniyê heta niha 138 kes bi vîrûsê ketine, 6 ji wan mirine û 10 kes jî rehet bûne.
Rêveberî kampan diparêze
Tehlûkeya şewba ji ber vîrusa koronayê ji bo penaberên ji Serêkaniyê jî mezin e. Li kampa waşûkanî ya li rojavayê Hesekê 12 hezar penaberên ji Serêkaniyê hatine bicihkirin.
Tevî derfetên kêm jî, rêveberiya Kampa Waşûkanî û Heyva Sor a Kurd ji bo parastina koçberan nexasim li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî û yên têkildar, tedbîrên xweparastinê li kampê zêde kirin.
Rêveberiyê ketin û derketina ji kampê û kombûn qedexe kir û tenê rê da pêşkêşkirina madeyên wekî av û nan. Her wiha cîhazeke kontrolkirina pileya germahiyê bi kar anî da ku tenduristiya kesên xizmetan di hundirê kampê de pêşkêş dikin, bê piştrastkirin.
Hevseroka kampa Waşûkanî Estra Reşik bang li hemû rêxistinên têkildar kir da ku bi erka xwe rabin û di zûtirîn demê de alîkariyên tenduristiyê, lepik û maskeyên tenduristiyê pêşkêş bikin.
ANHA/HESEKÊ