Gerîlayan li Geverê li dijî eskerên di nava tevgerê de çalakî kirin. Di çalakiyê de 12 esker hatin cezakirin û 1 jê serpêl û 1 jê çawişê pispor bû. 3 gerîla jî şehîd bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand 27'ê Tirmehê hêzên wan di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de çalakî kirine.
HPG'ê di daxuyaniya xwe de got: ''Li Çelê ya Colemêrgê, di navbeyna girên Êriş û Xeregolê de kepçeyek kar dikir hat îmhakirin û eskerekî dijmin hat cezakirin.
27'ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker Girê Qertel ê herêma Avaşînê bombardûman kirin. Di van êrîşan de hevrêyên me Têkoşer û Helmet şehîd bûn. 19’ê Tîrmehê artêşa TC’ê li devera Gerzê ya dikeve Mergezerê ya navçeya Gever a Colemêrgê ket nava tevgerê. Di navbera eskerên dijmin û hêzên me de şerekî dijwar qewimî. Di vê çalakiyê de ku yekîneyên me bi xurtî li diijmin dan, 1 jê serpel, 1 çawîşê pispor bi giştî 12 leşker hatin cezakirin. Di tevahiya operasyonê de 3 hevrêyên me; Îsa Eren bi nasnav Ehmed Cizîrî yê li Şirnexê ji dayik bûye, Firat Erîşen bi nasnav Çekdar Zîlan ê li Wanê ji dayik bûye û Mahir Erdîş bi nasnav Simko Zerdeştî ê li Şirnexê ji dayik bûye, bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.''
ANF/BEHDÎNAN