Ji fermandarên QSD'ê yên herêma Eyn Îsayê Ziyad Heleb diyar kir ku wan êrişên dagirkeran ên li ser gundewarên herêmê têk birine û herî kêm 12 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. 

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe di 18'ê Kanûnê de êriş birin ser gundên Cehbel û Mişêrfe yên navçeya Eyn Îsayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha bi topan rêya M4 û derdora navçeyê bombaran kirin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiv da dagirkeran. Ji fermandarên QSD'ê yên herêma Eyn Îsayê Ziyad Heleb li ser êrişê û bersiva dane axivî û got: "Destê sibê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi êrişên li ser gundên Cehbet û Mişêrfe kirin û hêzên me bersiva wan êrişan dan."

Li ser idîayên dezgehên çapemeniyê yên girêdayî dewleta Tirk ku dibêjin, 2 gund hatine dagirkirin Ziyad Heleb got, "Tişta ku dezgehên çapemeniyê û tevna dîjîtal belav kirine, idîayên derew in. Ew du gund hê jî di bin serweriya me de ne, dem bi dem di navbera şervan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyan de şer diqewime."

Ziyad Heleb der barê şer de jî agahî dan û got: "Şer 2 rojan dewam kir. Li gorî ku me bi çavan dîtin, 12 çete hatin kuştin û alaveke leşkerî hate rûxandin."

ANHA/QAMIŞLO