• 119 welatiyên Elmanyayê li Tirkiyeyê asê mane. Ji van kesan 61 di hepsê de ne û li dijî 58´an jî qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê heye.

Hikûmeta federal a Elman da zanîn ku halê hazir 119 welatiyên Elmanyayê li Tirkiyeyê asê mane. 61 ji van di hepsê de ne û 58 jî qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê li ser wan heye. Parlamentera federal a Elmanyayê Gokay Akbulut dibêje, gelek ji van kesan ji ber ku şiroveyên rexnegir ên li dijî Tayyip Erdogan li Tirkiyeyê asê mane. Herçî hikûmeta Elman e, li ser sedem û awayê asêmana welatiyên xwe ti agahî neda.   

Ji Partiya Çep (Die Linke) parlamentera federal Gokay Akbulut pêşnûma pirsek da hikûmeta Elman li ser welatiyên Elmanyayê yên li Tirkiyeyê rehîn hatine girtin. Di bersiva hikûmetê de tê gotin, 119 welatiyên Elmanyayê li Tirkiyeyê asê mane. Ji van kesan 61 di hepsê de ne û li dijî 58´an jî qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê heye. 

Li gorî ku Gokay Akbulut ji rojnameya Die Tagesspiegel re gotiye, gelek ji van kesan ji ber ku di ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal re şiroveyên rexneyî li dijî hikûmeta Tirk û Erdogan kirine, rehîn hatine girtin. Gokay Akbulut hikûmeta Elman tohmetbar dike bi wê yekê ku xwe têra xwe naêşîne ji bo welatiyên xwe yên bi neheqî hatine girtin yan jî asê mane li Tirkiyeyê.

Li ser navê hikûmetê Wezareta Karê Derve ya li Berlînê bersiv da Akbulut, lê ti agahî li ser sedemên girtina wan yan jî qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê neda. Ji ber wê jî fermî hîna jî nayê zanîn ka çend welatiyên Elmanyayê ji ber tohmetên siyasî di hepsê de yan jî li nav sînorên dewleta Tirk rehîn hatine girtin.

Lê ji bo ku mirov karibe bibe xwedî hukmekî, mirov dikare berê xwe bide hejmarên dadgehkirinên ji ber “heqareta li serokkomarê Tirk”: di nava 7 salan de 38 hezar û 600 doz hatin vekirin. 

Kurd û Tirkiyeyî di tehlûkeyê de ne

Di dema serdanên xwe yên Tirkiyeyê de nexasim jî welatiyên Elman ên ku bi eslê xwe ji Tirkiyeyê ne yan jî Kurd in, tehlûke gelek li ser wan. Gava şiroveyekê li ser siyaseta Erdogan a elaqedarî Kurdan parve bikin, dikarin weke alîkarên PKK´ê werin girtin.

Jixwe Wezareta Karê Derve jî di hişyarkirina xwe ya ji bo çûna Tirkiyeyê de vê yekê piştrast dike: “Welatiyên Elman hê jî keyfî tên girtin, qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê li ser wan tê ferzkirin yan jî ketina wan a Tirkiyeyê ji serî ve tê astengkirin.”  
Li gorî Gokay Akbulut, hikûmeta federal dikare bi gelek rêyan zextê li dewleta Tirk bike ji bo ku welatiyên xwe ji nav lepên wê xilas bike. Wê weke nimûne behsa kurtkirina garantiyên hikûmetê yên ji bo krediyên ji bo veberhênanên şirketên Elman li Tirkiyeyê kir. Nimûneyeke din ku ew behsa wê dike, sekinandina firotina sîlehan e.

Bazara rehîneyan nekin

Gokay Akbulut ji Die Tagesspiegel re gotiye, gelek xizmên girtiyan peywendiyê pê re datînin û wiha dewam kiriye: “Nabe ku mirov li Tirkiyeyê keyfî bên cezakirin, tenê ji ber ku wan di tevnên medyayên civakî de mafê xwe yê xweîfadekirinê bi kar anîne.”

Gokay Akbulut dibêje, dewleta Tirk girtiyên siyasî weke rehîneyan digire û dixwaze ku hikûmeta federal, bazaran bi dewleta Tirk re neke ji bo berdana yeko yeko ya van rehîneyan. Lewma li gorî vê, ev dewleta Tirk teşwîq dike ku welatîne din ên Elmanyayê bixe hepsê. Ew herî dawî dibêje, “Hikûmeta federal divê dawiyê li vê bîne. Hikûmet divê helwêsta xwe eşkere bike.” 

BERLIN