107 roj in PDK’ê ew revandiye

Pêncşem 8 Sibat 2024 - 00:36

Ji rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatibû revandin 107 roj in tu agahî nayên girtin.

Piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dohukê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikur hat ku Ehmed ji aliyê wan ve hatiye revandin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite. Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dohukê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ehmed, da zanîn ku hînbûne ku dosya di destê saziya îstîxbaratê Parastinê de ye. Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, beriya demekê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.