Li Rojavayê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, 100 ciwan tevlî seferberiya giştî bûn.
Komalên Ciwan piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Zap, Avaşîn û Metîna, seferberiya giştî ragihand. Li ser banga seferberiyê, ji gelek deveran ciwan û jinên ciwan bi dirûşma “Bi Ciwanên Bûne Baz, Ber Bi Serketina Zagrosan ve” daketin meydanan. Di dawiyê de, meşa 3 rojan a ku ji Qamişlo ber bi Dêrikê ve dest pê kir, doh bi dawî bû. Ciwan û jinên ciwan di meşa dirêj de biryar dan ku li kêleka gerîla şer bikin. 100 ciwanî ragihand ku ew ê tevlî seferberiyê bibin û li kêleka gerîla şer bikin.
Ciwanan wiha bang li ciwanên beşên din ên Kurdistanê jî kir: "Divê ciwanên Kurd li her parçeyî jî seferber bibin da ku li rex gerîla bisekinin. Ji ber ku em baş dizanin ger gerîlla û ciwan bibin yek, ti hêza dagirker a kolonyalîst newêre welatê me dagir bike. Ji ber vê, em careke din diyar dikin ku em ê li rex gerîlla şerê rûmetê yê li Avaşîn, Zap û Metînayê cihê xwe bigirin û em ê serketinê ji bo gelê xwe misoger bikin."
NAVENDA NÛÇEYAN