- Li Efrîkaya Başûr, hejmara mirovên ku ji ber lehiyê û heziyana erdê mirin, bû 443.
Li Efrîkaya Başûr, hejmara mirovên ku ji ber lehiyê û heziyana erdê mirin, bû 443. Bi deh hezaran mirov bêmal man û xisareke giran li binesaziyê bû. Hikûmetê 10 hezar leşker ji bo karên lêgerîn û rizgarkirinê seferber kirin.
Li Efrîkaya Başûr, barana ku hefteyekê bariya, bû sedema lehiyê û heziyana erdê. Pirraniya mexdûrên karesatê li eyaleta Kwazûlû-Natal, li bajarê Durbanê bûn ku bajarekî bendergehê ye û serjimara wî jî 3 milyon û nîv e.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Efrîkaya Başûr, 10 hezar leşker ji bo piştgiriyê bidin hewldanên rizgarkirin û alîkariya dema karesatê, hatine wezîfedarkirin.
Leşker wê tevlî karên lêgerîn û rizgarkirinê, operasyonên paqijkirinê û alîkariya destpêkê bibin.
Di dema karesatê de nêzî 4 hezar xanî hilweşiyan û xisar li 13 hezar û 500 xaniyan bû. Karesatê bandor li gelek nexweşxane û 550 dibistanan kir. Rê hatin girtin, xisareke mezin çêbû û têkilî bi gelek herêman re qut bû.
DURBAN